Trump Elî Zeydî ji bo Koşka Spî vexwend

Di peywendiyeke telefonê de Serokê Amerîkayê Donald Trmup Elî Zeydî pîroz kir û bi fermî vexwend Koşka Spî ya Amerîkayê.

Trump Elî Zeydî ji bo Koşka Spî vexwend
30 nîsan, 2026   22:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsîngeha Ragihandina Serokwezîrtiya Iraqê ragihand Elî Zeydî bi rêya telefonê peywendiyek bi Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trmup re kiriye.

Hate ragihandin ku Trump ji ber hilbijartina Elî Zeydî ya serokwezîrtiya nû ya Iraqê ew pîroz kiriye.

Hate diyarkirin ku Donald Trmup diyar kiriye ku piştî karûbarên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê Zeydî ji bo Koşka Spî ya Amerîkayê vexwendiye.

Li aliyê din hate ragihandin ku di peywendiya telefonî de herdu aliyan bal kişandine ser xurtkirina peywendiyên stratejîk yên di navbera Bexda û Washîngtonê de.