ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-05-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01-05-2026
1 gulan, 2026   02:00

Xwendekar û mamosteyên ji bajarê Girkê Legê diyar kir ku divê zimanê kurdî wek zimanekî fermî were naskirin û got ziman cewherê nasnameyê û bingeha parastina hebûna çandî ya gelan e. BI WÊNE Û DÎMEN

Zozan Elûş diyar kir ku ji bo aştî li Sûriyeyê pêk were divê şopên rejîma berê ji holê werin rakirin û çanda hevqebûlkirinê di navbera sûriyeyiyan de were avakirin, di heman demê de destûreke nû were nivîsandin ku mafên her kesî mîsoger bike. BI WÊNE Û DÎMEN

Li gundewarên Dêrik û Çilaxa pirsgirêkên xirabbûna rêyan, kêmbûna hin xizmetên bingehîn wekî avê û xetên kanalîzasyonê hene. Şaredariyê ji bo çareserkirina pirsgirêkan plan daniye. BI WÊNE Û DÎMEN

Xwendekarê Zanîngeha Kobanê Şêrzad Mihemd Îsmaîl li cem xwendekariya xwe bi hunera fiyografiyê re jî mijûl dibe û berhemeke xwe jî ku bi ta û mixan çêkiriye ku portreya şehîd Ziyad Heleb e, diyarî zanîngeha xwe kiriye. BI WÊNE Û DÎMEN

Karkerên jin da zanîn ku ji ber kêmbûna heqdestan û dirêjbûna saetên kar zehmetiyên wan dewam dikin û bang li aliyê têkildar kir ku qanûnên ku wekhevî, edalet û jîngeheke ewle mîsoger dikin, derxin. BI WÊNE Û DÎMEN

Lêkolînerekî Îranî diyar kir ku aloziya di navbera DYA û Îranê de wekî şerekî di navbera hêzên navneteweyî de nayê fêmkirin, lê ew hêmanek ji bo dirêjkirina temenê rejîmê tê bikaranîn. Lêkolîner destnîşan kir ku pirsgirêka bingehîn ne hevsengiya hêzê ya cîhanê ye, lê xwezaya pergala serdest e.

Eşîrên Kurd û Ereb, nûnerên pêkhateyên herêmê ji bo nîqaşkirina geşedanên li Sûriyeyê li gundê Sarinca Deqûrî yê Amûdê rûniştinekê li dar dixin, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Bi boneya 1ˊê Gulan, Cejna Karkeran a Cîhanê Yekitiya Kedkar û Karkeran a bajarê Kobanê daxuyaniyekê dide, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN