Wê Trump li ser vebijêrkên leşkerî yên li dijî Îranê were agahdarkirin

Rayedarekî payebilind ê leşkerî yê Amerîkayî got Serok Donald Trump dê li ser planên êrişên kurt û hedefgirtî yên li dijî Îranê were agahdarkirin. Wezîrê Parastinê Pete Hagseth jî dê beşdarî brifîngê bibe.

Wê Trump li ser vebijêrkên leşkerî yên li dijî Îranê were agahdarkirin
30 nîsan, 2026   22:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî raporên medyaya herêmî ku agahiyên xwe dispêre rayedarekî leşkerî yê Amerîkayî ku navê wî nehat bibîrxistin, fermandarên payebilind ên leşkerî yên Amerîkayî, di nav de serokê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê Brad Cooper, Serok Donald Trump li ser îhtîmala çalakiya leşkerî ya li dijî Îranê agahdar bikin.

Reutersˊê jî ku agahiyên xwe dispêre rayedarekî ragihand ku Wezîrê Parastinê Pete Hagseth û Serokê Fermandariya Giştî ya Hêzên Hevbeş Dan Keane jî dê beşdarî brifîngê bibin.

Rayedar çarçoveya vebijarkên ku dê werin nîqaşkirin eşkere nekir lê diyar kir ku brifîng dê li ser tedbîrên pêwîst be ku Îran neçar bike ku ji bo bidawîanîna pevçûnê danûstandinan bike.

Axiosˊê jî ragihand ku Fermandariya Navendî planek amade kiriye da ku pêlek êrişên "kurt û bihêz" li ser Îranê pêk bîne. Dibe ku ev êriş binesazî hedef bigirin, li kêleka wê jî planeke din a kontrolkirina beşek ji Tengava Hurmuzê heye ku jinûve were vekirin.

Di rapora Axiosˊê de hat destnîşankirin ku ev vebijêrk demek dirêj e di planên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de li ser maseyê bûn, bêyî ku zelal bibe ka ew guhertinek di rêbaza heyî de temsîl dikin an na.

(fr)