Trump: Eger Malikî wek serokwezîr vegere dê DYAˊyê pişgiriya Iraqê rawestîne

Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku eger Nûrî Malikî weke serokwezîr vegere wê DYAˊyê alîkariyên ji bo Iraqê rawestîne.

Trump: Eger Malikî wek serokwezîr vegere dê DYAˊyê pişgiriya Iraqê rawestîne
28 ÇILE, 2026   00:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump hişyarî da ku eger serokwezîrê berê Nûrî Malikî yê bi piştgiriya partiyên Şîe yên nêzî Tehranê vegere ser desthilatê, wê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) piştevaniya Iraqê rawestîne.

Serokê Amerîkayê li ser platforma xwe ya Truth Social nivîsand ku "ji ber siyaset û îdeolojiyên wî yên dîn, eger ew were hilbijartin, DYAˊyê dê di pêşerojê de tu alîkariyekê nede Iraqê."

(fr)