Trump: Eger Îran êriş bike em ê bersivê bidin

Serokê DYA'yê Donald Trump îdia kir ku ti eleqeya wan bi êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê nîne û gef xwar ku eger Îran bi rengekî êrişî DYA'yê bike, ew ê bi hemû hêza xwe bersivê bidin.

Trump: Eger Îran êriş bike em ê bersivê bidin
15 hezîran, 2025   09:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump sibeha Yekşemê li ser Truth Socialê peyamek weşand û got, "Eger em li êrişeke Îranê rast bên, Hêzên Çekdar ên Dewletên Yekbûyî wê bi hemû hêza xwe di asteke welê de bi ser we de bê ku qet nehatiye dîtin. "

Trump îdia kir ku eleqeya Washingtonê bi êrişên Îsraîlê yên li ser Tehranê nîne.

Trump got, "Îran û Îsraîl dikarin bi hêsanî li hev bikin û em dikarin vî şerê bi xwîn bi dawî bikin."

ÊRIŞ DEWAM DIKIN

Îsraîlê sibeha Yekşemê êrişên nû bir ser bernameya nukleerî ya Îranê. Îranê jî bi fuzeyan bersiva vê yekê da û herî kêm 8 kes li xaka Îsraîlê mirin.

Serokwezîr Benjamin Netanyahû ragihand ku bi armanca 'Astengkirina afirandina çeka nukleerî' weke parçeyek ji êrîşa sibeha Înê hate destpêkirin, ew dixwazin li 'hemû tesîsên rejîmê' bixin.

RAYEDARÊN PAYEBILIND MIRIN

Di êrîşên rojên dawî yên Îsraîlê de Serokê Muxafizên Şoreşê General Huseyîn Selamî, Fermandarê Hêza Hewayî-Fezayî ya Muxafizan Emîralî Hacizade û Serokê Fermandariya Giştî General Mûhammed Bakirî jî di nav de efserên herî payebilind ên Îranê hatin kuştin. Her wiha 9 zanyarên li bernameya nukleerê ya Îranê dixebitîn hatin kuştin. Nûnerê Îranê yê li Neteweyên Yekbûyî Amîr Saeîd Îravanî roja Înê bi daxuyaniyekê ragihand ku herî kêm 78 kes mirin û 'piraniya wan sivîl' zêdeyî 320 kes jî birîndar bûn.