Di 24 saetan de 13 kes hatin kuştin

SOHR’ê ragihand ku li Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de bi kêmanî 13 kes hatine kuştin.

Di 24 saetan de 13 kes hatin kuştin
15 hezîran, 2025   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li deverên cuda yên Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de bi kêmanî 13 kes hatine kuştin.

SOHR’ê têkildarî mijarê da zanîn ku li bajarokê Kellî yê Idlibê endamekî wezareta parastinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ji ber teqîna bombeyekê hat kuştin, li bajarê Bûkemal ê rojhilatê Dêrazorê jî cenazeyê kesekî bi teman ku bi kêran hatiye kuştin hate dîtin.

Li gorî heman çavkaniyê, li nêzî pira Mehca ya gundewarê bakurê Derayê jî "Rêveberekî hêzên ewlekariyê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê" di êrişa çekdarên nenas de hat kuştin. Hate diyarkirin ku li ser rêya Milêha Etşa ya rojhilatê Derayê jî ciwank di gulebarana bi mebesta "rakirina tolê" de hat kuştin.

SOHR’ê da zanîn ku li ser rêya berava Ezreq a Laziqiyê jineke ji aliyê dewriyeya "hêzên ewlehiyê" ve hat qetilkirin. Her wiha aşkera kir ku çekdarên nenas li taxa Selahedîn a Helebê ciwanek kuşt.

Heman navendê aşkera kir ku li taxa Meydan a Şamê jî cenazeyê ciwanekî ku ji serê xwe ve derbe xwariye hate dîtin û li bajarê Tefes ê Derayê jî kesek dema çeka xwe paqij dikin bi guleyên ku bi şaştî ji çekê derketin, jiyana xwe ji dest da.

SOHR’ê da zanîn ku li gundê Hemar El Elî yê Dêrazorê bav ji ber nakokiyên malbatî kurê xwe kuşt, li bajarokê Qoriyê jî ber pirsgirkên kevin endamekî wezareta parastinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ji aliyê pismamên xwe ve hat kuştin.

Li gundê Meydan ê Ras El Besît ê Laziqiyê jî di êrişa çekdarên nenas de ciwanek û zarokek ku şivantî dikirin hatin kuştin. Her wiha li bejahiya Mehkan a gundewarê rojhilatê Dêrazorê jî kesek ji ber teqîna bermaniyên şer jiyana xwe ji dest da.

(bb)