Trump: Divê Îran ala teslîmbûnê bilind bike

Serokê Amerîkayê Donald Trump şiyanên leşkerî yên Îranê kêm dîtin û got "Divê Tehrana ala spî û teslîmbûnê bilind bike."

Trump: Divê Îran ala teslîmbûnê bilind bike
5 gulan, 2026   23:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li Nivîsgeha Koşka Spî ji rojnamevana re diyar kir ku şiyanên leşkerî yên Îranê pir paş ketiye û got Tehran hewl dide bi nepenî lihevkirinekê bike.

Trump got "Ew lîstikan dilîzin, lê bihêlin ez ji we re bêjim ew dixwazin bigihînin lihevkirinekê. Kî vê yekê naxwaze dema ku artêşa wan bi tevahî qediya be?"

Trump pesnê tedbîrên ku Amerîka li ser benderên Îranê yên li herêmê ferz kirine da û ew wekî "pir tund" bi nav kirin û anî ziman ku: "Ew mîna perçeyek pola ye, kes wê rûbirûyî wê dorpêçê nasekine û texmîn dikim ku ew pir baş bi rê ve diçe."

Dema ku ji Trump hat pirsîn kengê ew dikare Îranê wekî binpêkirina agirbestê bihesibîne, wiha got: "Hûn ê bibînin, ji ber ku ez ê ji we re bêjim... Ew dizanin divê çi nekin."

Donald Trump da zanîn ku "divê Îran ala spî bilind bike û teslîm bibe, eger ev şerekî rastîn bûya, wê ew rawestanda."

(ac/fr)

ANHA