Li Hesekê fermandarên "Herêma Rojhilat" civiyan

Di çarçoveya bicihanîna peymana 29’ê Çileyê de, fermandarên "Herêma Rojhilat" li hev civiyan, pêvajoya entegrasyona leşkerî, sererastkirinên ewlehiyê û pevguhertina dîlgirtiyan hatin nirxandin.

Li Hesekê fermandarên "Herêma Rojhilat" civiyan
5 gulan, 2026   23:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rûpela facbookê ya Gerînendetiya Ragihandinê ya Hesekê, fermandarên leşkerî yên "Herêma Rojhilat", Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Herêma Rojhilat Sîpan Hemo (Semîr Elî Oso), Fermandarê Firqeya 60 Ewad El Casim, cîgirê yekemîn ê Firqeya 60 Mudir Necar û cîgirê duyemîn ê Firqeya 60 Çiya Kobanê (Hecî Mihemed Nebo) û serokê şaxê Çavdêrî û Teftîşê yê Firqeya 60 Mehmûd Îbrahîm, bi amadebûna nûnerê hikumeta demkî Ziyad El Ayiş hevdîtin kir.

Di civînê de, di serî de pêvajoya entegrasyona leşkerî û sererastkirinên ewlehiyê yên li herêmê, gelek sernavên cuda hatin destgirtin. Her wiha mijarên wekî jinûve avakirina pergala dadê li parêzgeha Hesekê, vekirina dadgehan û dayîna pêşîniyê ji bo dosyayên girtiyan û berdana wan di demek nêztir de hatin nirxandin.

(fr)