Awistralyayê 13 welatiyên xwe yên malbatên DAIŞ`ê vegerandin 

Awistralyayê ragihand ku wan 13 welatiyên xwe ji malbatên DAIŞ`ê li bakur rojhilatê Sûriyeyê vegerandin, di nav wan de jin û zarok hene.

Awistralyayê 13 welatiyên xwe yên malbatên DAIŞ`ê vegerandin 
6 gulan, 2026   09:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsê Awistralyayê roja Çarşemê ragihand ku 13 welatiyên Awistralyayî ji bakur rojhilatê Sûriyeyê, di nav wan de 4 jin û 9 zarok hene ku li kampa Roj dijiyan, vegeriyane.

Wezîrê Karên Hundirîn Tony Burke di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku hikûmet dê piştgirî nede van kesan, û her kesê ku were dîtin ku sûc kiriye dê bi hêza qanûnê re rû bi rû bimîne.