Ji bo diyarkirina nûnerên Parêzgeha Hesekê û Kobanê komîsyon hatin avakirin

Di çarçoveya xebatên diyarkirina nûnerên Parêzgeha Hesekê û Kobanê (Rojava)  yên ji bo Parlamentoya Suriyeyê de, komîteyên hilbijartinê hatin erkdarkirin.

Ji bo diyarkirina nûnerên Parêzgeha Hesekê û Kobanê komîsyon hatin avakirin
7 gulan, 2026   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî peymana 29’ê Çileyê ku di navbera QSD û Hikûmeta Demkî de hatibû îmzekirin, mijareke danûstendinan jî nûnerên Parêzgeha Hesekê û Kobanê (Rojava)  yên ji bo Parlamentoya Suriyeyê (Meclisa Gel) ye.

Têkildarî vê babetê beriya niha li Hesekê, Kobanê û Şamê hevdîtin hatibû kirin. Hatibû gotin ku hejmara nûnerên hemêrê wekî 10 hatiye diyarkirin.

Piştî hevdîtinan li Hesekê, Qamişlo, Dêrikê û Kobanê komîsyonên hilbijartinê hatin erkdarkirin.

Komîsyonên hatine diyarkirin wê serlêdanên namzetiyê werbigirin. Piştî serlêdanan wê di nava namzetan de hilbijartin bê çêkirin û nûnerên bên diyarkirin, wê li Şamê herêmê temsîl bikin.

Dîroka bidawîkirina serlêdan û hilbijartinan nehatiye zelalkirin.

(a)

ANHA