Trump amade ye bi Xamineyî re hevdîtinê bike

Serokê Amerîka Donald Trump diyar kir ku amade ye hevdîtinê bi rêberê bilind ê Îranê yan serokê Îranê re pêk bîne. Di heman demê de pêşbînî kir ku welatê wî dê bi Tehranê re bigihîje rêkeftinekê. Lê, wî gef li Îranê xwar ku eger lihevkirinek çênebe, dê êrişî Îranê bike.

Trump amade ye bi Xamineyî re hevdîtinê bike
25 nîsan, 2025   19:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Trump di hevpeyvînekê de ligel kovara Time roja 22ê Nîsanê, ku îro hat weşandin, piştî danûstandinên nerasterast ên Amerîka û Îranê hefteya borî, got: "Ez difikirim ku emê bi Îranê re lihevkirinekê bikin. "

Trump di hevpeyvînê de li ser pirsa gelo ew amade ye bi Rêberê Îranê Elî Xamineyî yan jî bi Serokdewletê Îranê Mesûd Pezeşkiyan hevdîtinê bike, Trump got, "Erê helbet."

Biryar e sibe hevdîtinên di asta pisporan de li Umanê ku wek navbeynkar e di navbera Washington û Tehranê de, dest pê bikin û gera sêyem a gotûbêjên nulaer yên bilind jî di heman rojê de were lidarxistin.

Li ser pirsa gelo ew ditirse ku Netanyahu Amerîka bikişîne nav şerekî bi Îranê re, Trump got, "Na." Her wiha li ser pirs ku eger Îsraîl pêngaveke wiha biavêje dê Amerîka beşdarî şerê li dijî Îranê bibe yan na, Tump got, eger em lihev nekin, ez ê serkêşiya şer bikim. "

(k)