Wezîrê Derve yê Îranê gihişte Ummanê

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî û şandeya pêre ji bo danûstandina tura siyemîn a di navbera Îran û Emerîkayê de ku Umman navbeynkariyê dike, gihişte paytexta Umman Meskatê.

Wezîrê Derve yê Îranê gihişte Ummanê
25 nîsan, 2025   18:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Di saetên êvarî de Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî û şandeya pêre ji bo danûstandinên tura siyemîn ya li gel Emerîkayê gihişte Ummanê.

Hate ragihandin ku çav li rêye sibe şandeyên teknîkî û dîplomasî yên Îran û Emerîka li ser bernameya atomî ya li Îranê bikevin civînê.

Li gorî nûçeya Ajansa Tensîm ya nêzîkî Sûpayê Pasdaran a Îranê ye ragihandiye Alîkarê Wezîrê Derve ya Karûbarên Siyasî Mecîd Text Rewancî û Alîkarê Wezîrê Karê Derve ya ji bo Karên Yasayî û Navneteweyî Kazim Xerîbabadî pêşengtiyê ji tîma teknîkî ya Îranê re dikin.

Hêjayî bîbîrxistinê ye ev dibe tura siyemîn a danûstandinê ya di navbera şandeyên Îranî û Emerîka de. Tura duyemîn a danûstandinan 19’Nîsana 2025’an li paytexta Îtalya Roma pêk hatibû.