Topbarana li ser Siwêdayê rawestiya

Topbarana hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li ser gundewarên Siwêdayê vê sibê rawastiya, piştî ku duh şevê herêm rastî topbarana bi çekên giran hat.

Topbarana li ser Siwêdayê rawestiya
16 kanûn, 2025   12:58
SIWÊDA

Hêzên hikumeta veguhêz duh bi şev li çend eniyan bi çekên giran û topên hawanê çeperên Parêzvanên Neteweyî torpbaran kirin. Parêzvanên Neteweyî bi çekên giran bersiv da, lê der barê ziyanan de tu agahî bi dest neketin.

Berdevkê Parêzvanên Neteweyî ji ajansa me re ragihand ku topbaran îro sibehê rawestiyaye û destnîşan kir ku eniyên şer niha aram in, leşker û sivîl di rewşa hişyariyê de ne.

(k)