Li Til Temirê 95 şehîd hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan li Til Temirê 95 şehîdên ku di salên cuda de şehîd bûne, bi bîr anîn.

Li Til Temirê 95 şehîd hatin bibîranîn
Li Til Temirê 95 şehîd hatin bibîranîn
Li Til Temirê 95 şehîd hatin bibîranîn
Li Til Temirê 95 şehîd hatin bibîranîn
Li Til Temirê 95 şehîd hatin bibîranîn
Li Til Temirê 95 şehîd hatin bibîranîn
Li Til Temirê 95 şehîd hatin bibîranîn
Li Til Temirê 95 şehîd hatin bibîranîn
Li Til Temirê 95 şehîd hatin bibîranîn
16 kanûn, 2025   13:26
HESEKE

Merasîma bîranînê li hola Meclisa Malbatên Şehîdan a li bajêr hate lidarxistin. Bi dehan malbatên şehîdan, endamên rêxistinên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî beşdarî merasîmê bûn.

Pirştî deqeyeke rêzgirtinê, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê Senaa Ebdû hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Senaayê bal kişand ser rola dîrokî ya şehîdan di parastina herêmê û nirxên azadî, rûmet û mirovahiyê de û diyar kir ku şehîd kevirê bingehîn ê berxwedana herêmê ne.

Senaayê diyar kir ku rêzgirtina li xwîna şehîdan ne tenê bi bîranîna wan ve sînordar e, lê divê destkeftiyên ku bi saya qurbaniyên wan hatine bidestxistin, werin parasin û hevgirtina civakî were pêkanîn û xebata ji bo avakirina siberojeke ewleh û aram were berdewamkirin.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Îsa El Receb soz da ku rêya şehîdan berdewam bikin heta ku armancên ku wan bi dest bixin. El Receb wiha dewam kir: "Em wek hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê, sozê didin şehîdan û malbatên wan ku em ê dilsozê fedakariyên wan bimînin û em ê erka xwe ya parastina gelê xwe û parastina ewlehî û aramiya herêmê bidomînin."

El Receb destnîşan kir ku rêya ku şehîdan xêz kiriye, tenê bi yekitî û xurtkirina biratî û hevgirtinê di navbera gelên herêmê de dê were temamkirin.

Di merasîmê de her wiha sînevizyona nav û wêneyên 95 şehîdan hat pêşndan.

Merasîm bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(k)

ANHA