Hikumeta demkî sîstema barkodê bi kar tîne, bazirgan jî bi fikar in

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê biryar da ku sîstema barkodê li dikanan belav bike. Bazirgan jî bi fikar in ku ev biryar agahiyên li ser wan û xebatên wan aşkera bike, di encamê de zerarê bide wan û di hawîrdorek aborî ya dijwar de zexta li ser wan zêde bike.

Hikumeta demkî sîstema barkodê bi kar tîne, bazirgan jî bi fikar in
15 sibat, 2026   04:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Aborî û Bazirganiyê ya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê di 10`ê Sibatê  biryar da sîstema barkodan li dikanan belav bikin û agahdariyên berfireh li ser bazirganan û xebatên wan kom bike. Ev biryar bû sedema nerazîbûn û fikarên bazirganan.

Di hevdîtineke navbera Odeya Bazirganiyê ya Şamê û Rêvebirê Bazirganiya Navxweyî ya Şamê, ku ji Îdlibê ye, bazirganan dengê xwe bilind kirin.

 Bazirganan fikarên xwe li ser berhevkirin û birêvebirina agahiyan bi awayekî ku dikare zirarê bide navûdengê bazirganên Şamê, yên ku bi pisporiya xwe ya demdirêj di bazirganiyê de têne nasîn, anîn ziman.

Yek ji bazirganan li dijî vê gavê derket û got: "Wekî aktorên aborî, em dixebitin da ku pirsgirêkan bi awayekî yekgirtî çareser bikin, lê ez nîgeran im ku ev gav bibin sedema pirsgirêkên nû, ya herî girîng berhevkirina agahiyan û bikaranîna wan ya xelet an jî derbaskirina wan bo aliyên derve re. Em hewceyê pergalekê ne ku mafên her kesî garantî bike, her kes bizanibe mafê wî çi ye û erkên wî çi ye?"

Bazirganek din jî wiha got: "Divê em fêm bikin ku gelek zext li ser bazirganan hene, ev zext pir caran eheq in. Her wiha, qanûna ku em pê ve girêdayî ne xerîdar an bazirgan bi têra xwe naparêze. Divê van mijaran bi awayekî çêtir birêve bibin. "

Bazirganekî diyar kir ku ew di hawîrdorek dijwar de dixebitin, divê ew di nêzîkatiya xwe ya ji bo van pirsgirêkan de objektîf bin.

Li gorî çavkaniyên ajansa me, tiştê ku herî zêde bazirgan jê ditirsin berhevkirina agahiyan li ser bazirganên Şamê, çalakî û karsaziyên wan e ji bo sûdwergirtina welatên din ên ku bazarên Sûriyeyê wekî dergehek ji bo kelûpelên xwe bikar tînin.

(ac)

ANHA