Panoramaya Hefteyê:  Peymana QSD`ê û hikumeta demkî agirê şerê navxweyî vemirand

Rojnameyan nivîsî ku peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de agirek vemirand ku dikarîbû bibe sedema pêvajoyeke nû ya şerê navxweyî. Her wha rojnameyan behsa arîşeya DYA`ê û Îranê û rewşa Îraqê kir.

Panoramaya Hefteyê:  Peymana QSD`ê û hikumeta demkî agirê şerê navxweyî vemirand
15 sibat, 2026   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên vê hefteya bûrî li ser peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê, arîşeya DYA`ê û Îranê û rewşa Îraqê, nivîsîn.

’LI SER MASEYA DAN Û STANDINÊ’

Rojnameya Okaz peymana di navbera Hikûmeta Sûriyeya Demkî û QSD`ê de wekî modelek ku çareseriyên siyasî li pêşiya mantiqa şer in nirxand û diyar kir ku şer têkçûna birêvebirina nakokiyan nîşan didin, lê diyalog ji bo gel vebijarka herî kêm ziyan e.

Rojnameyê diyar kir ku têgihîştina dawî pevçûnek ku dikaribû deriyê pêvajoyeke nû ya şerê navxweyî veke, bêbandor kir. Her wiha û da zanîn ku dan û standin rêya herî ewledar e ji bo pêşîgirtina li ketina ber bi kaosek din ve.

’DI NAVBERA SERDANÊN NETANYAHU Û LARÎCANÎ DE’

Rojnameya El Xelîc bal kişand ser bandorên serdana Netanyahu ya Washingtonê û serdana Elî Larîcanî ya Omanê. Rojnameyê da zanîn ku cîhan bi baldarî temaşe dike, li benda encamên serdana Netanyahu ya Washingtonê û tiştê ku Larîcanî di derbarê dan û standinên Amerîka-Îranê de anî Muscatê ye.

Rojnameyê diyar kir ku Netanyahu hewl dide ku her rêkeftinekê asteng bike, daxwaza wî hilweşandina bernameya nukleerî ya Îranê, rawestandina dewlemendkirina uranyûmê, sînordarkirinên bernameya mûşekî  û hilweşandina bandora herêmî ya Tehranê ye.

Li gorî rojnameyê, serdana Larîcanî cidiyeta Tehranê ya ji bo ji nû ve destpêkirina dan û standinan nîşan da.

‘IRAQ Û XETEREYÊN DEMA WINDA’

Rojnameya El Erebî El Cedîd jî bal kişand ser dewamkirina xitimîna aloziya siyasî ya Iraqê û diyar kir ku ev xitimîn êdî merc nîn e, lê ji sala 2003’yan ve bûye beşeke avaniya pergala siyasî.

Rojnameyê sedema krîzê spart têkçûna hêzên siyasî di derbasbûna ji pergala kotayê, mezhebî, berjewendiyên nakok ên di navbera aliyên cuda de, her wiha destwerdanên derveyî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Îranê. Rojnameyê da zanîn ku pergala siyasî ya heyî gihaştiye encama xwe ya mentiqî û dibe ku gelê Iraqê pêşketinên herêmî di serdema pêş de rêyeke nû ferz bike.”