Tîma kampanyaya li dijî xwekuştin û madeyên hişbir îro li Qamişloyê bû

Ofîsa Jinan a Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê îro dest bi pêkanîna kampanyaya hişyarkirinê ya bi navê "Jiyan hêjayî jiyînê ye” kir.

13 tebax, 2025   15:57
QAMIŞLO

Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê roja 10`ê Tebaxê bi daxuyaniykê ragihand ku Nivîsgeha Jinan a desteyê bi dirûşma "Jiyan hêjayî jiyînê ye" kampanyaya hişyariyê daye destpêkirin.

Tîma kampanyayê îro dest bi xebatên xwe kir, li hin deverên Qamişloyê belavok li şêniyan hatin belavkirin.

Armanca kampanyayê ew e ku der barê girîngiya tenduristiya derûnî, xetereyên madeyên hişber û xwekuştinê, civakê hişyar bike, bi taybetî di nava jin û ciwanan de.

Di çalakiya îro de li xala kontrolê ya Hîmo li deriyê bajêr, Rêveberiya Veguhastinê, Ofîsa Vîzeyan û xala kontrolê ya Nematiyê,  tîma kampanyayê bi şêniyan re têkilî danî û ji wan re der barê xetereyên xwekuştin û hişbirê de, rêbazên pêşîlêgirtinê û girîngiya piştgiriya psîkolojîk de agahî bi wan re parve kirin.

Li gorî Ofîsa Jinan a Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê kampanyaya ku 10`ê Tebaxê dest pê kir, dê heta mehekê li gelek deveran berdewam bike.

(k)