Axios: DYA hewl dide korîdorekê di navbera Siwêda û Îsraîlê de bê vekirin

Rêveberiya Trump ji bo vekirina korîdoreke mirovî di navbera Siwêda û Îsraîlê de ji bo gihandina alîkariyan, hewl dide navbeynkariyê bike. Hemwextî wê hikumeta veguhêz fikarên xwe ji DYA’yê re pêşkêş kirin.

Axios: DYA hewl dide korîdorekê di navbera Siwêda û Îsraîlê de bê vekirin
13 tebax, 2025   15:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate îdiakirin ku rêveberiya serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump ji bo vekirina korîdoreke mirovî di navbera Siwêda û Îsraîlê de xebatên navbeynkariyê dike, da ku alîkariyê bigihînin Siwêdayê. Hemwextî wê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê fikarên xwe nîşan dide.

Malpera ‘Axios’ ku agahiyên xwe dispêre rayedarekî amerîkayî û 2 rayedarên îsraîlî diyar kir ku wê rêkeftina di navbera Sûriye û Îsraîlê de têkiliyên her du aliyan sererast bike xû "dibe ku rêkeftin zextekê ava bike ku bihêle DYA gavên zêde yên ber bi normalîzekirina muhtemel ve biavêje."

Axiosê destnîşan kir ku dibe ku korîdora mirovî rewşa li Siwêdayê baş bike û bal kişand ser rewşê ku li gel agirbestê jî hîna ne aram e. NYˊyê ji bo hilweşîna rewşa mirovî û zehmetiya gihandina alîkariyan ji bo Siwêdayê bi sedema hebûna bendên kontrolê yên hikumeta veguhêz, hişyarî dabû.

Malperê diyar kir ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê "fikarên xwe, ji bo derbaskirina çekan di korîdorê re ji aliyê komên xwecih ên Siwêdayê ve, ji DYA’yê re pêşkêş kirin" û destnîşan kir ku nûnerê DYA’yê ji bo Sûriyeyê Thomas Barrack wê hefteya borî li Parîsê bi wezîrê kar û barên stratejîk ê Îsraîlê Ron Dermer û wezîrê karên derve yê hikumeta veguhêz Esed El Şeybanî re bicive da ku bigihêjin rêkeftinekê.

Axios da zanîn ku diviyabû civîn îro (çarşemê) dê li dar biketa, lê ji bo temamkirina amadekariyan hate paşxistin.

Kanal 12 a Îsraîlê jî diyar kir ku civîna ku dihat payîn di navbera El Şeybanî û Dermer de pêk bê, taloqî hefteya bê hat kirin.

Li gorî Axiosê, rayedarên Îsraîlê daxuyand ku Îsraîlê ji DYA’yê xwest bibe alîkar da ku Şam têkildarî avakirina korîdora alîkariyan erê bike.

(fr)