Tevliheviya li Sûriyeyê û aloziya dîplomatîk a Lubnanê rojevên rojnameyên erebî ne

Piştî hilweşîna rejîma Baas, Sûriye bi qonaxeke veguhêz a nazik re rû bi rû ye, ku di nava pirsgirêkên ewlehî, aborî û civakî de ye. Lubnan piştî tayînkirina Kerem bo "mekanîzmê" ketiye tengezariyên dîplomatîk û ewlehî.

Tevliheviya li Sûriyeyê û aloziya dîplomatîk a Lubnanê rojevên rojnameyên erebî ne
4 kanûn, 2025   10:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên sibehê de bal kişandin ser rewşa Sûriyeyê piştî salekê ji hilweşîna rejîma Baas, veguherîna pevçûnên li Rojhilata Navîn piştî şerê Xezayê û geşedanên siyasî û ewlehî yên Lubnanê.

SÛRIYE PIŞTÎ SALEKÊ JI ÇÛNA ESED

Rojnameya El Ereb diyar kir ku derbasbûna salekê ji çûyîna serokê berê yê Sûriyeyê nayê wateya bidawîbûna krîza Sûriyeyê, lê belê krîz ketiye qonaxeke nû ya tevliheviya siyasî, aborî û civakî.

Li gorî rojnameyê, ’’saziyên ku dikarin dewletê bi awayekî aram birêve bibin hîna ava nebûne. Lê pirsgirêka herî mezin di avakirina meşrûtiyeteke siyasî ya nû de ye ku bi rêya hilbijartinên veguhêz an peymanên navxweyî-derve de pêk were. Ev meşrûtiyet heya ku bi reformên avahisaziyê û ji nû ve nivîsandina peymana civakî neyê xurtkirin, dê qelis bimîne. ’’

Rojnameyê diyar kir ku "rêyên reformên ewlehî, aborî, penaberan û herêmî girêdayî hev in. Her pêşveçûnek di dosyayekê de dê girêdayî pêşketinên di dosyayên din. Di encam de nebûna Esed rê li ber ji nû ve avakirinek kûr vedike ku dibe deriyê ji nû ve avakirina dewletek pir-pêkhateyî veke.’’

’SÛRIYE Û XEZE NE QADÊN DAWÎN YÊN QIRKIRINÊ LI HERÊMÊ NE’

Rojnameya El Xelîc jî destnîşan kir ku Rojhilata Navîn piştî şerê Xezayê ketiye pêvajoyeke nû ya pevçûnan û diyar kir ku di vê pêvajoyê de rêgezên şerê kilasîkî ji holê radibin û şêwazên şerê nehevseng di navbera dewletan û wekîlên wan de derdikevin pêş.

Rojnameyê da zanîn ku çekên ne kilasîkî, dron û şerê sîberanî niha ji artêşên rêxistinkirî bêtir hevsengiya hêzê kontrol dikin. Her wiha îşaret pê kir ku ’’siyaseta serdestiya bi zorê ya ku Îsraîlê dimeşîne tevliheviya herêmî kûrtir dike û herêmê ber bi pêşbirkek çekan a xeternak ve didehfîne. Ev jî ligel hilweşîna pergalên kontrolkirina belavbûna leşkerî û hilweşîna peymanên navneteweyî yên li ser çekên nukleerî tê kirin."

Rojnameyê bal kişand ser vê yekê ku berfirehbûna bandora milîsan û hilweşîna têgeha serweriyê li hejmarek welatên Ereb, dibe ku her pevçûnek sînorkirî vediguherîne krîzek herêmî ya vekirî. Hate gotin "Herêm bi krîzeke kûr a hebûnê re rû bi rû ye. Ev krîz bi sazkirina pergaleke ewlehiyê ya herêmî û avakirina mekanîzmeyên kolektîf ji bo bêçekkirina çekên wêranker û kontrolkirina çekan çareser dibe."

’HIZBULLAH TAYÎNKIRINA KEREM BO MEKANÎZME ÇAWA ŞÎROVE DIKE?’

Rojnameya El Diyar a Lubnanê ku cih da tayînkirina Besam Kerem bo "Mekanîzme" diyar kir ku  çavkaniyên agahdar ragihandine ku Hizbullah ji ber erkdarkirina Besam Kerem di "mekanîzmê" de bê ku tu bedêlan wekî rawestandina êrişan bêyî dayîn, ne razî ye.

Hate gotin, li gorî çavkaniyan, Hizbullah ne li dijî muzakeryên nerasterast e, lê dibîne ku bilindkirina asta temsîliyetê bêyî destkeftiyên zelal ji bo aliyê Lubnanî û bêyî garantiyên ji bo pêşîgirtina li zêdebûna rewşê di dema xebitandina mekanîzmayê de, hatiye kirin.

 Rojnameyê destnîşan kir ku ev gav hewldanên dîplomatîk nîşan dide ku hewl bidin ku ji vê rewşa bêçareseriyê derkevin, lê rê hîn jî tijî astengî ne, ev jî fikarên zêdetir dike.

(bb)