‘Li herêmê xeteriya çeteyên DAIŞ'ê zêde dibin’

Rêveberê Navenda Kurd ya Lêkolînan da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê ji hilweşîna rejîma Baas û valahiyan feydeyeke mezin dît û got: “Guhartinên ewlehî û siyasî yên herêmê hişt xurtiya êrişên çeteyên DAIŞ'ê zêde bibe.”

‘Li herêmê xeteriya çeteyên DAIŞ'ê zêde dibin’
4 kanûn, 2025   10:20
HESEKÊ
BOTAN HUSÊN

Piştî hilweşîna rejîma Baas di Kanûna 2024'an de û hatina Ehmed El Şeri ji bo desthilatdariyê ku ew berê fermandarê Cebhet El Nusra (beşa El Qaîdeyê) bû, êrişên çeteyên DAIŞ'ê zêde bû. Çeteyên DAIŞ'ê nêzî 224 êriş bi rêya hedefgirtin, teqîn û kemînan pêk anîn. 

Rêveberê Navenda Kurdî ya Lêkolînan Newaf Xelîl da zanîn ku guhartinên ewlehî û siyasî yên herêmê hişt xurtiya êrişên çeteyên DAIŞ'ê zêde bibe, ew jî ji ber valahiya ku di encama hilweşîna rejîma Baas de çêbûye. Di wê valahiyê de çeteyên DAIŞ'ê dest danîn ser çekan, bi hêsanî tevgerî û endamên xwe zêde kirin.

Xelîl destnîşan kir ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê jî bi cidî şerê DAIŞ'ê nake, her wiha komên çekdar hene ku ji çeteyên DAIŞ'ê re dibin wargeh ku bikarin êrişan pêk bînin û bi hêsanî tev bigerin.

Li herêmên hikumeta veguhêz tevliheviya ewlekariyê zêde ye. Li gorî SOHR'ê, ji destpêka Mijdarê ve nêzî 141 hatine kuştin, ji wan kuştina bi sedemên taîfî û kînê bûn.

Navenda Lêkolînên Têkoşîna Dijî Terorê û Îstixbaratê ya Ewropayê da zanîn ku lewaziya kontrola hikumeta veguhêz û tundiya taîfî ya bênavber, hiştine DAIŞ xwe xurtir bike û rê bide cîhadiyan ku hebûna xwe biparêzin.

Newaf Xelîl got ku di aliyê rêxistinî û erdnîgarî de DAIŞ xurtir bû bi taybetî li Dêrazorê nexasim piştî ku komên çete wekî yên Ehrar El Şerqiye û serçeteyê wê Ebû Hatim Şeqra tev li hêzên hikumeta veguhêz bûn.

Ji destpêka îsal ve çeteyên DAIŞ'ê nêzî 180 êriş li dijî Dêrazorê pêk anîne, bi taybetî li rojavayê Dêrazorê jî tevgera çeteyên DAIŞ'ê zêde ye. Her wiha di hefteyekê de çeteyan 9 êriş li dijî xalên QSD'ê yên Dêrazorê pêk anîn.

SOHR'ê belavbûna silogan û sembolên DAIŞ'ê li gelek deverên Sûriyeyê belge kirin, ev jî nîşana pêşketina çalakiya DAIŞ'ê ye. Di 23'yê Mijdarê de siloganên wekî "Dewleta Îslamî tê" li dîwarên avahiyan li gundê Xedîr Bustan ê gundewarê Quneytirayê hatin dîtin.

Di navbera 24-27'ê Mijdarê de jî hêzên Fermandariya Navînî ya Amerîkayê zêdetirî 15 cihên çek û hişbirê yên DAIŞ'ê li herêmên hikumeta veguhêz li başûrê Sûriyeyê dîtin. Nêzî 130 top, çek, teqemenî, mayîn û mûşekên dijî tankan hatin rûxandin.

Newaf Xelîl got ku piraniya komên çekdar ên di Wezareta Berevaniyê ya hikumeta veguhêz de xwedî fikrekî Îslmaî ya tundraw in, ji wan çeteyên "Artêşa Nitşimanî ya Sûriyeyê".

Xelîl diyar kir ku endamên DAIŞ'ê dikarin êrişên ferdî yan jî yên komî pêk bînin bê ku li fermandariya mezin vegerin, tam wekî êrişên li Amerîka û Ewropayê.

Navenda Lêkolînên Têkoşîna Dijî Terorê û Îstixbaratê ya Ewropayê da zanîn ku DAIŞ rêxistinkirina şaneyên veşartî li Asya, Afrîka û Ewropayê didomîne.

Xelîl da zanîn ku armanca sereke ya DAIŞ'ê ew e ku bi rêya pêkanîna sûcên êriş û kuştinê xwe zindî bihêle û rewşê hertim di seferberiyê bihêlin û got: "Ew li benda derfetê ne ku qaşo dewleta xîlafeta Îslamî ava bikin. Derfeta wan ew e ku şer di navbera komên çekdar ên Wezareta Berevaniyê ya hikumeta veguhêz de derkeve yan jî êriş li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin pêkanîn. Lê heta ku ew derfet were vekirin, ew ê her hewl bidin teqîn, revandin û kuştinê bidomînin û pereyan kom bikin."

Newaf Xelîl got ku piştî hilweşîna rejîma Baas çeteyên DAIŞ'ê çek û pere bi dest xistin, ev jî bûye sedema xurtbûna êrişên wan û guhartina sîstem û rêxistinbûna wan.

Li gorî Navenda Lêkolînên Têkoşîna Dijî Terorê û Îstixbaratê ya Ewropayê, heta niha zêdetirî 4 hezar çeteyên DAIŞ'ê li Sûriye û Iraqê çalak in û ji herêmê re bûne gef.

(mh)