‘Tevî nakokiyan jî di dan û standinên Îran-DYA‘yê de pêşketin heye‘

Tê gotin ku di dan û standinên navbera Îran û DYA‘yê de pêşketin heye, tevî nakokiyên domdar ên li ser bernameya nukleerî ya Îranê, ceza û dosyaya tengava Hurmuzê, nîşaneyên lihevkirinekê nêzîk hene.

‘Tevî nakokiyan jî di dan û standinên Îran-DYA‘yê de pêşketin heye‘
26 gulan, 2026   10:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî di rojevên xwe yên vê sibehê de dan û standinên di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Îranê de û nîşaneyên lihevkirineke nêzîk nirxandin.

JI BO ŞERÊ ÎRANÊ BI DAWÎ BIBE, ÇI XALÊN BI NAKOK HENE KU DIVÊ WERIN ÇARESERKIRIN?

Ajansa Reutersê xalên sereke yên bi nakok ku li ber lihevkirineke mayînde ya bidawîanîna şer dibe asteng nirxandin. Hate destnîşankirin ku her du alî li ser hin bendên pêşniyara 14 xalî li hev kirine, lê ev nayê wateya ku lihevkirineke nêzîk heye.

Ajansê cih da daxuyaniyên berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsamîl Bîkayî ku dibêje, ‘çarçroveya giştî ya dan û standinan giraniyê dide bidawîanîna şer û rakirina dorpêça deryayî ya amerîkî li beramberî ku Tehranê gavên garantîkirina derbasbûna ewle di tengava Hurmuzê de biavêje‘. Her wiha hate gotin, nakokiyên li ser bernameya nuklerî ya Îranê, şerê Îsraîlê yên li dijî Hizbullah a Lubnanê, her wiha daxwazên Tehranê yên rakirina cezayan û milyarên dolarên Îranî yên li derve hatinecemidandin, dewam dikin.

Li gorî heman ajansê, peymana çarçoveyî ya muhtemel ji agirbestek li ser gelek eniyan, Lubnan jî di nav de, vekirina Tengava Hurmuz, rakirina dorpêça deryayî ya Amerîkayê û destûrdayîna firotina petrola xwe ji aliyê Îranê ve  pêk tê. Di heman demê de mijara nukleerî dê ji bo dan û standinên pêş yên 60 rojan were paşxistin.

PEYAM LI BENDA BICIHANÎNÊ YE

Rojnameya El Xelîc jî destnîşan kir ku peymanek di navbera Washington û Tehranê de nêzîk e, li benda destwerdanên dawîn û pejirandina ji aliyê Rêberê Bilind ê Îranê Mucteba Xameneyî ve ye.

Li gorî nûçeyên amerîkî, Xameneyî ji dema ku di şerê dawîn de birîndar bûye ve li cihek veşartî dijî.

Rojnameyê destnîşan kir ku tevî ku piraniya bendên wê temam bûne, lê xuya ye tu alî ji bo ragihandina peymanê lez nakin. Her wiha hate gotin, nîqaşên der barê vekirina Tengava Hurmuz û radestkirina stoka uranyuma dewlemendkirî ya Îranê de berdewam dikin.

Li gorî rojnameyê, lihevkirina pêşbênîkirî ji rakirina cezayan li ser nêz 25 mîlyar dolarên Îranê yên cemidandî, berdewama hebûna leşkerî ya amerîkî li herêmê di pêvajoya agirbestê ya 60 rojî pêk tê, da ku rê li ber dan û standinên berfireh ên der barê bernameya nukleerî were vekirin.

Rojnameyê îşaret pê kir ku eger lihevkirin pêk were dê sînorek ji şer re were dayîn û aloziya li herêma Kendavê, bi taybetî li Tengava Humruzê bi dawî bibe. Her wiha hate diyarkirin ku serketina lihevkirinê girêdayî pêkanîna wê.

(bb)