Artêşa Amerîkayê êrişî hêzên Îranê kir

Artêşa Amerîkayê ragihand ku wan êriş biriye ser nuqteyên mûşekî yên li başûrê Îranê û li ser wan keştiyên ku dihat îdiakirin mayînan diçînin

Artêşa Amerîkayê êrişî hêzên Îranê kir
26 gulan, 2026   10:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de ku di 28’ê Sibatê de dest pê kiribû, di roja xwe ya 40’emîn de bi ragihandina agirbestê re cihê xwe ji bo hewldanên dîplomatîk ên çareseriyê hiştibû, lê belê niha nûçeyeke nû ya êrişê hat.

Amerîkayê eşkere kir ku wan êrişên nû birine ser başûrê Îranê. Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di êrişan de nuqteyên mûşekî yên Îranê û ew keştiyên (botên) ku dihat îddiakirin hewla çandina mayînan didin, hatine hedefgirtin.

Di daxuyaniya CENTCOM’ê de hate diyarkirin ku ev êriş di çarçoveya “parastina rewa” de hatine kirin û armanca wan parastina leşkerên Amerîkayê ye.

Berdevkê CENTCOM’ê Kapten Tim Hawkins diyar kir ku artêşa Amerîkayê di pêvajoya agirbesta li gel Îranê de “bêhnfirehiya xwe diparêze”

Berpirsên Amerîkayê destnîşan kirin ku êrişan nêzî bendera Bender Ebas a li beravên Tengava Hurmuzê hedef girtine. Ev herêm wek yek ji bingehên herî giring ên hêza deryayî ya Îranê tê naskirin. Medyaya fermî ya Îranê jî ragihand ku piştî bihîstina dengê teqînan li Bender Ebasê, berpirsên herêmî dest bi lêkolînan kirine

Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Marco Rubio li bajarê Jaipur ê Hindistanê daxuyanî da rojnamevanan û got, îhtîmala lihevkirina bi Îranê re hîna pêkan e.