Xelkê Kobanê amadekariyên cejna Qurbanê dike

Xelkên bajarê Kobanê ji ber nêzîkbûna cejna Qurbanê amadekariyên xwe dike, da ku cejnê pîroz bikin.

26 gulan, 2026   09:51
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Bi nêzbûna cejna Qurbanê re şêniyên bajarê Kobanê pêdiviyên cejnê dikirin, pez amade dikin ji bo qurbanê, cil û bergan û şekirên ji bo zarokan dikirin.

Li Kobanê xelk di nava sûkê de diherin û zêde qerebalix e û cil û bergan ji zarokên xwe re dikirin û şêraniya cejnê dikirin, der barê vê mijarê de xelkên bajarê Kobanê ji ajansa me re axivîn.

Şerîf Xelîl got kêfxweşiya zarokan tiştê herî xweş di cejnê de ye û wiha got: "Ji bo ku kêfxweşiyê bixin dilên zarokan, ew ji zarokên xwe re cil û bergan dikirin û şêraniya cejnê dikirin. Ji bo cejnê bi taybet pez dikirin û qurbanê dikin.”

‘EV CEJN LI ŞEHÎDAN Û HEMÛ GELAN PÎROZ BE’

Şerîf Xelîl hêvî kir ku ewlehî û aştî serwer be û cejna Qurbanê bibe cejna xêr û kêfxweşiyê ji bo tevahiya xelkê û zarokan û wiha got: "Em vê cejna Qurbanê destpêkê li cangoriyên azadiyê, dûre li tevahî gelê Kurd û Kurdistanê û li dayik û bavên xwe pîroz dikin. Bi hêvî me ev cejn bibe cejna aramî û ewlehiyê."

Fewaz Îbrahîm Mislim diyar kir ku ew bi xwe bazirganê pez e û wiha got: "Va ye cejna Qurbanê nêzîk maye. Îsal pez biha ye, ji ber bihabûnê kirîn û firotin kêm e. Her pezek ji 200 dolar heya 400`î, lewma îsal kêm e. Hêviya me ew e ku pez hinekî erzan bibe, ji bo ku her kes bikare di cejnê de pez bikire û bike qurban."

Fewaz anî ziman ku daxwaza wan ew e ku aramî di nava Sûriyê de çêbe û got: "Em vê cejnê li hemû gelên cîhanê pîroz dikin."

ANHA