Tevgerên dewleta Tirk ên li Başûr û agirbestê li Xezayê rojevên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de bal kişand ser zêdegaviyên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û Iraqê, diyalogên agirbesta li Xezayê û bandorên kuştina Îsmaîl Heniye li ser rewşa Îranê.

Tevgerên dewleta Tirk ên li Başûr û agirbestê li Xezayê rojevên rojnameyên erebî ne
30 tebax, 2024   10:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb cih da destwerdana dewleta Tirk a li Iraqê û nûçeyek bi sernavê “Tirkiye ku di kontrola hikumeta wê ya xwecih de têk çû, Kerkûkê di aliyê leşkerî de tacîz dike” weşand. 

Rojnameyê wiha nivîsî: "Xirabiyên peymana ewlehiyê ya di navbera Bexda û Iraqê de bi lez û bez li ser erdê xuya dibin. Artêşa Tirk çarçoveya operasyonên xwe yên di xaka Iraqê de berfireh kiriye ku êdî sêgoşeya çavnebariyên wê yên li deverên stratejîk û berhemên xwezayî mîna Kerkûkê, daye ber xwe."

Rojnameyê diyar kir ku Kerkûk ji bo Tirkiyeyê bûye cihekî destwerdanên aşkera di kar û barên wê yên siyasî û îdarî de.

Rojnameyê bal kişand ser ku droneeke dewleta Tirk ku duh li bajarê Kerkûkê ji aliyê artêşa Iraqê ve hat xistin û destnîşan kir ku ev bûyer berfirehbûna êrişên dewleta Tirk ên li herêmê îsbat dike û wiha hat gotin: "Hêzên Iraqê bi xistina dronê xwest sînorekî ji binpêkirinên Tirkiyeyê yên li dijî serdestiya Iraqê re deyne. Nemaze ku ev nêzîkatiya Tirkiyeyê ji bilî ku aliyên wê yên leşkerî û ewlehî yên xeternak hene, peyamên siyasî yên neyînî yên girêdayî destwerdana Enqereyê di kar û barên navxweyî yên Iraqê de dide."

Li gorî rojnameyê, aliyên siyasî yên iraqî tacîza dewleta Tirk a li Kerkûkê sparte serkeftina YNK’ê li hemberî hevkara wê PDK’ê di hilbijartinên Kerkûkê de.

Rojnameyê diyar kir ku iraqî zêdebûna tevgera dronên Tirkiyeyê li Iraqê wek encama peymana ewlehiyê ya di navbera Iraq û Bexdayê de nirxand.

‘AGIRBESTA XEZAYÊ: JI BO ZEXTÊN NAVNETEWEYÎ BANGEWAZÎ, JI BO RÊGIRTINA LI BER ASTENGIYAN NERMBÛN’

Rojnameya Şerq El Ewsat bal kişand ser hewldanên navbeynkaran ên serxistina agirbesta li Xezayê. Rojnameyê diyar kir ku metirsî hene ku serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi êrişên leşkerî yên li dijî Şerîdeya Rojava şer gurtir bike û temenê aloziyê dirêjtir bike.

Rojnameyê cih da nirxandinên akademîsyenê kar û barên Îsraîlê Dr. Ehmed Fûad Enwer ku dibêje: "Zextên navbeynkaran ên ji bo serxistina diyalogên agirbestê li Xezayê di vê demê de girîng in, ji ber ku dixwazin rewşeke hevseng ava bikin. Nemaze piştî ku Netanyahu hîs kir ku şerekî herêmî dûr e, lewre şertan ferz dike û bi şertên wekî mayîna li eniya Philadephyayê ve girêdayî ye."

‘ÎRANÊ PIRANIYA KAXEZÊN XWE JI DEST DAN, KAXEZÊN DI DESTÊ TEHRANÊ DE MANE ÇI NE?’

Malpera Sky News Arabia cih da bandora kuştina serokê nivîsgeha siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye ya li ser Îranê. Hate gotin ku li gorî şîrovekaran Îran niha li ser xaçerêyekê radiweste û rejîma wê rastî rewşa xitimandinê hatiye.

Rojnameyê diyar kir ku Îran "nersiva tolhildanê" ya li hemberî kuştina Heniye bi encamên dan û standinên dawîn ve girê da ku derfetên serkeftina wan hema bêje nîn e, ev jî Îranê dixe rewşeke tevlihev.

Di dewama nûçeyê de hate gotin: "Di wextekî de ku Îranê ji bo her gavekê ku biavêje helwesta Washingtonê diceriband, zimanê tund ê DYA’yê ew neçar kir ku hesabên xwe di ber çavan re bigire, nexasim ku hebûna leşkerî ya DYA’yê ya deryayî li herêmê gihaştiye asteke zêde."

Li gorî rojnameyê, şîrovekarên siyasî yên Tehranê dibêjin hêzên rojavayî ji Îranê dixwazin ku helwesta xwe ya li hemberî Îsraîlê biguhere û têkiliyên xwe bi ‘Eniya Berxwedanê’ re qut bike.

(bb)