Kongra Star dewreyeke perwerdeya destwerdana lezgîn vekir

Meclisa Tenduristiyê ya rêxistina Kongara Star a Helebê dewreyeke perwerdeyê ya destwerdana lezgîn vekir.

Kongra Star dewreyeke perwerdeya destwerdana lezgîn vekir
Kongra Star dewreyeke perwerdeya destwerdana lezgîn vekir
Kongra Star dewreyeke perwerdeya destwerdana lezgîn vekir
Kongra Star dewreyeke perwerdeya destwerdana lezgîn vekir
Kongra Star dewreyeke perwerdeya destwerdana lezgîn vekir
Kongra Star dewreyeke perwerdeya destwerdana lezgîn vekir
Kongra Star dewreyeke perwerdeya destwerdana lezgîn vekir
Kongra Star dewreyeke perwerdeya destwerdana lezgîn vekir
Kongra Star dewreyeke perwerdeya destwerdana lezgîn vekir
30 tebax, 2024   10:51
HELEB

Meclisa Tenduristiyê ya girêdayî rêxistina Kongra Star a Helebê berî çend rojan dewreyeke perwerdeyê ya destwerdana lezgîn dabû destpêkirin. 

35 jinên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê beşdarî dewreyê bûne ku bi navê "Şehîd Diljîn Azad" li avahiya Meclisa Tenduristsiyê ya Kongra Star hatiye birêxistinkirin.

Endama Meclisa Tenduristiyê ya Kongra Star Rîham El Hemûd têkildarî dewreya perwerdeyê diyar kir ku li kêleka waneyên li ser destwerdana lezgîn, dê wêne li ser bikaranîna gihayên xwezayî û tedawiya fîzîkî werin dayîn.

Rîhamê anî ziman ku armanc ji vê dewreyê ew e ku kadroyên tibî yên jinan werin gihandin ku di rewşên awarte de bikarin destekê bidin civakê û xebatkarên tenduristiyê.

Jina bi navê Ferîde Xelîl ku beşdarî dewreyê bûye, da zanîn ku ew dewre jinan fêrî destwerdana lezgîn dike ku di rewşên awarte de amade bin û fêdeyê bidin civakê.

Berpirsên Meclisa Tenduristiyê ya Kongra Star diyar kir ku ew plan dikin ku vekirina dewreyên wiha berdewam bikin da ku hejmareke zêde ya jinan perwerde bikin.

(bb)

ANHA