Şervanan hewldana çeteyan a dagirkirina gundên Minbicê têk bir

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewldana çeteyan a dagirkirina gundên li bakurê rojhilatê Minbicê têk bir.

Şervanan hewldana çeteyan a dagirkirina gundên Minbicê têk bir
30 tebax, 2024   10:00

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanên meclisê hewldana çeteyên artêşa Tirk a dagirker a ketina gundên li bakurê rojhilatê kantonê, têk biriye.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "Çeteyên dewleta Tirk a dagirker vê sibehê saet 03.00’an  hewl da bikevin gundên Cat û Ewn Dadat ên li bakurê rojhilatê kantona Minbicê. Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva çeteyan da û hewldana wan têk bir. Di encamê de hejmarek çete hatin kuştin û yên din neçar man birevin."

) bb)