Tevgerên çand û hunerê tev li seferberiyê bûn

Tevgerên çand û hunerê yên pêkhateyên herêmê jî tev li seferberiyê bûn. Di daxuyaniya tegeran de hat diyarkirin ku ew ê berxwedana xwe bidomînin.

Tevgerên çand û hunerê tev li seferberiyê bûn
3 kanûn, 2024   15:16
QAMIŞLO

Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezepotamyayê (TEV-ÇAND) bi tevlêbûna tevgerên çandî û hunerî yên pêkhateyên li herêmê têkildarî êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Heleb û gundewarên wê daxuyaniyek da.

Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn, Yekitiya Rewşenbîran, Yekitiya Hunermendan, Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Desteya Çandê, Komeleya Çandî ya Suryanî û Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Civakî ya Ermenî beşdarî daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî li Stada Şehîdên 12`ê Adarê, bi beşdariya pêkhateyên herêmê Kurd, Ereb, Suryan û Ermen hat dayîn. Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê endama TEV-ÇAND’ê ya Cizîrê Keder Hisên û bi zimanê erebî ji aliyê hevseroka Meclisa Civakî ya Ermenî Yexnîk Kerbo ve hat xwendin.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

“Dewleta Tirk a dagirker û faşîst dijminê gelê Kurd e, hebûna xwe di tunebûna gelê Kurd de dibîne. Ji bo qirkirina gelê Kurd bi encam bike her rê û rêbazê qirêj û bê exlaq pêk tîne. Bê navber êrişên dij mirovî û derveyî hiquqa şer li ser gelê me ferz dike. Li hember van êrişan hemû hêzên cîhanî bê deng dimînin û heta destek didin dewleta Tirk a faşist.

Niha jî dewleta Tirk a faşîst di çarçoveya heman polîtîkayan de êrişeke dagirkerî û qirkirinê li Şehba û Halebê destpêkiriye. Armanca vê êrişê ne tenê Şehba û Haleb e, dixwaze axa Sûriyeyê tevahî dagir bike. Bi taybet jî dagirkirina axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê armanc dike. Çeteyên ku li der û dora xwe kom kirine hemû hov û paşverû ne, hemû qatil û talankar in. Xulamê dewleta Tirk in. Dijminê xweza, jin û civakê ne. Tecawizkar û xwinmij in, dikevin kîjan deverê xirab dikin, xesp û talan dikin, ew çete û dewleta Tirk dijminê mirovahiyê ne.

Li hember van êrişan gelê me li berxwe dide, hêzên me yên parastinê bi îradeyeke xurt şer dikin û gelê me li hember van êrişan diparêzin, hêzên me yên leşkerî û gelê me bi hev re bi rihê şerê gelê şoreşgerî li berxwe didin. Em welatê xwe, axa xwe, civaka xwe diparêzin, em dev ji azadî û rêveberiya xwe ya xweser bernadin. 

Em wek hunermend, rewşenbîr û endamên xebatên çand, huner û wêje li hember van êriş û dagirkeriyê heta dawiyê li ber xwe bidin. Em ê pêşengtiya şerê gelê şoreşgerî bikin, me çawa bi pênûs û hunera xwe xizmet ji civaka xwe re kir, em ê îro bi hemû hêz û rêbazê xwe li  ber xwe bidin û têbikoşin. Parastina ax, welat, çand û zimanê me vê berpirsiyariyê dide ser milê me.

Em bi dil û can bi şervanên xwe yên di çeperê şer de ne, em berxwedana gelê me yên ji Şehba û Halebê silav dikin û çi bikeve ser milê me em jê re amade ne. Bangî gelê xwe dikin ku bê dudilî tevlî parastina welat bibin. Li gel xeteriyan ji bo em welatekî azad bi cîhanê bidin qebulkirin jî derfet hene, derfet hene ku azadiya xwe û rêveberiya xwe ya xweser mayinde bikin.

Wek neteweya demokratîk; Kurd, Ereb, Asur, Suryan, Ermen, Çerkes û hemû pêkhateyên li heremê bi hev re vê berxwedanê em ê serkeftî bi encam bikin. Em careke din bangî hemû gelên cîhanê dikin ku mil bidin milê me. Bi taybet em bangî hemû hunermend û rewşenbîrên cîhanê dikin ku bêdeng nemînin. Serkeftina gelê me serkeftina mirovahiya azad û demokrat e. Şoreşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxên civak û mirovahiyê temsîl dike, li vê şoreşê xwedî derketin li xwe û civaka xwe, xwedî derketin e.

Rêveberiya Xweser seferberî îlan kiriye, em jî bi hemû hêza xwe tev li vê seferberiyê dibin û dibêjin; bi saza xwe, bi soza xwe, bi deng û rengê xwe, bi pênûs û fikrê xwe, bi ked û çalakiya xwe em tev li ber xwe bidin. Roj roja xîret û rûmetê ye, roj roja berxwedan û têkoşînê ye, roj roja li kerameta xwe xwedîderketinê ye û roj roja parastina gel, welat û axa xwe ye.”

ANHA