Jinên ji Reqayê ji bo piştgiriya koçberan seferber bûne
Jin û şêniyên kantona Reqayê ji bo piştgiriya koçberên ji Heleb û kantona Efrîn-Şehbayê, seferber bûne.
Li kantona Reqayê komkirina alîkariyan ji bo koçberên ji Heleb û kantona Efrîn û Şehbayê dewam dike.
Jinên li kantona Reqayê ji bo piştgiriya şêniyên ji Helebê û kantona Efrîn-Şehbayê yên ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê koçber bûne, ketine nava liv û tevgerê.
Jinan gelek kulîn tevî nivînan pêşkêşî koçberan kirine.
Li kantona Reqayê bi rêya komînên taxan û mizgeftan xebatên komkirina alîkariyan ji bo koçberên ji Heleb û kantona Efrîn-Şehbayê dest pê kiriye. Maseya Krîzê ya kantonê jî xebatên peydakirina pêwîstiyên koçberan didomîne.
Maseya Krîzê heya vê kêliyê bi hezaran kes li dibistan, holên werzîşê û navendên ku amade kirine, bi cih kirine û pêwîstiyên wan ên xwarin, vexwarin, tenduristî û germkirinê peyda dike.
(bb)
ANHA