Tevgera Fetih: Em her cure wesayetan red dikin û pabendî rewabûna Filistînê ne

Piştî rojekê ji dan û standinên di navbera komên Filistînê li Qahîreyê de, ji bo gihandina lihevkirinek neteweyî, Tevgera Fetih daxuyandiyek da û got, ew her cure wesayet an jî mandata li ser gelê Filistînê red dikin û bi rewabûna neteweyî ya bi nûnertiya Rêxistina Rizgariya Filistînê ve girêdayî ne.

Tevgera Fetih: Em her cure wesayetan red dikin û pabendî rewabûna Filistînê ne
25 cotmeh, 2025   18:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Fetih bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew tu şêweyên wesayet an jî mandata li ser gelê Filistînê qebûl nakin û got Rêxistina Rizgariya Filistînê tekane desthilata rewa ye.

Fetihê avakirina komîteyek îdarî ya pîşeyî ji bo birêvebirina kar û barên Xezayê, bi şertê di bin desthilata hikumeta dewleta Filistînê de, pêşwazî kir û da zanîn ku tu tiştekî ji derveyî wê parçebûnê kûr dike û dikeve xizmetî armancên Îsraîlê yên cudakirina Xezayê ji Şerîayê û Qudsê.

Tevgera Fetih destnîşan kir ku ewlehiya Xezayê berpirsiyariya saziyên ewlehiyê yên fermî yên Filistînê ye û hêza navneteweyî divê bi erêkirina aşkera ya Konseya Ewlehiyê, bêyî binpêkirina serweriya Filistînê, tenê li ser sînorê wê be.

Tevgerê diyar kir ku divê rola Komîteya Aştiyê ya Navneteweyî jî tenê çavdêrî, misogerkirina agirbestê e û ji nû ve avakirin be, û destwerdana li biryarên neteweyî yên Flistînê neke.

Têkildarî çekên Filistînî de, Fetih diyar kir ku divê ev pirsgirêk di çarçoveya vîzyonek neteweyî de were çareserkirin ku yek desthilatdarî, yek çekek û yek qanûnek pêk tîne, da ku helwest û aramiyê misoger bike.

Ev daxuyanî, piştî civîna komên Filistînê li Qahîreyê ya ji bo nîqaşkirina qonaxa duyemîn a plana Trump a der barê Xezayê de, hatin dayîn.

(fr)