Gencîneya Ermeniyan li Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan e

Pirtûk û destnivîsên kêmpeyda yên li ser komkujiyên li dijî gelê Ermen li Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Navneteweyî hatin pêşandan. Dîroka hin pirtûkan vedigere bi sedan salan û di nava rûpelên xwe de dîrok û çanda Ermenî ku krîz û komkujiyan xwest bên îmhakirin, hebûn.

26 cotmeh, 2025   06:05
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Komeleya Çanda Suryanî di Pêşangeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Navneteweyî ya 9ˊemîn de bi komeke pirtûk û destnivîsên kêmpeyda yên ku vedigerin bi sedan salên berê, beşdar bûye.

Ev gencîne, ji aliyê lêkolerê karûbarên gelên resen Hena Somî û hevjîna wî Gohar Xacadoryan ve ji windabûnê hatine parastin.

Ev belge ji nav komkujî û êrişên li dijî gelê Ermen derketine. Hinek ji wan ên dêra Ermenî ne û ji berî bi sedan salan bi destan hatine nivîsandin.

Di baskê pirtûkên Ermenî li pêşangehê de, pirtûkên li ser çîrokên xelasiya malbatên Ermen ji qirkirina komî ya Osmaniyan a 1915'an, hene. Ev pirtûk ji bo zimanê Erebî jî hatine wergerandin.

Hena Somî got armanca beşdariya wan di pêşangehê de pêşxistina ziman û çanda Ermenî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û destnîşan kir ku piştgiriya Rêveberiya Xweser hişt ku saziyên çandî û hunerî yên Ermenan bi pêş bikevin, dibistan û peymangeh ji bo fêrkirina zimanê Ermenî werin avakirin.

Somî diyar kir ku komeleya wan îsal bi 200 pirtûkên bi zimanê Ermenî, 200 pirtûkên bi zimanên din û 75 pirtûkên nû ku ji bo cara yekemîn tên pêşandan, beşdar bûye.

Somî kêfxweşiya xwe bi pirrengiya çandî û zimanî ya di pêşangehê de anî ziman û got: "Pirrengiya çandî û zimanî mozaîka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li hemberî fikrê tundraw û radîkal vedibêje."

Ji nav pirtûkan jî pirtûkên li ser destan û efsaneyên Ermenî, jiyannameyên afirîner û wêjevanan, folklor, çand û huner, siyaset, aborî û civakê hene.

Somî got ku herî zêde pirtûkên bi alfabeya Ermenî û yên li ser qirkirina komî ya ku Osmaniyan di 1915'an de li dijî Ermenan pêk aniye, bala serlêderên pêşangehê dikişînin.

(mh/fr)

ANHA