Berhemên girtiyên azadiyê di pêşangeha pirtûkan de 

Di Pêşangeha Şehîd Herekol de berhemên girtiyên azadiyê yên li girtîgehên dewleta Tirk têne ragirtin, cihekî girîng girt.

Berhemên girtiyên azadiyê di pêşangeha pirtûkan de 
Berhemên girtiyên azadiyê di pêşangeha pirtûkan de 
Berhemên girtiyên azadiyê di pêşangeha pirtûkan de 
Berhemên girtiyên azadiyê di pêşangeha pirtûkan de 
Berhemên girtiyên azadiyê di pêşangeha pirtûkan de 
Berhemên girtiyên azadiyê di pêşangeha pirtûkan de 
Berhemên girtiyên azadiyê di pêşangeha pirtûkan de 
Berhemên girtiyên azadiyê di pêşangeha pirtûkan de 
Berhemên girtiyên azadiyê di pêşangeha pirtûkan de 
26 cotmeh, 2025   03:05
QAMIŞLO
ROGER ROJIYAN

Pêşengeha Şehîd Herekol a Pirtûkan a Navneteweyî ya 9’emîn, 20’ê Cotmehê li Parka Azadî ya bajarê Qamişloyê vebû. Ji gelek welatan 51 weşanxane tev lê dibin. Gelek weşanxaneyên ku dihat plankirin tev lê bibin jî ji ber astengiyên dewletan nekarîn beşdar bibin. Rayedarên hinek weşanxaneyên ku tev li pêşengehê bûne jî, diyar kir ku gelek pirtûkên wan hatine astengkirin û negihaştine pêşangehê.

Yek ji weşanxaneyên tev li pêşangehê dibe lê beşek pirtûkên wan hatine astengkirin an jî desteserkirin jî Weşanxaneya Aram e.

Weşanxaneya Aram li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xebatê dimeşîne. Sala 1998’an li bajarê Stenbolê hatiye vekirin. Pirtûkên bi zimanê tirkî û kurdî çap dike. Lê herî zêde jî bi weşandina pirtûkên ku ji aliyên girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiyeyê ve hatine nivîsandin, tê naskirin.

Di pêşangehê de yek ji standên ku balê dikişîne jî ya Weşanxaneya Aram e. Di standa wê de jî pirtûkên ku ji aliyê girtiyên azadiyê yên li zindanên Tirkiyeyê ve hatine nivîsandin, balê dikişînin.

Li standê 240 pirtûk hene. Piraniya wan jî berhemên girtiyên azadiyê ne û bi kurdî hatine amadekirin.

Çend berhêmên girtiyên azadiyê ku bi kurdî û tirkî hatine amadekirin û li standên hatine pêşandan, wiha ne:

Xêr û Şerên Dûrî Çavan - Huseyin Ozsoy

Dengê Axînê - Mehmet Zengeralp

Jana Berfê – Weysî Esen

Sîmir – Ali Alp

Dildarê Serkeftinê – Mahmût Aba

Bazên Şerefdînê – Adnan Sayak

Ji Dîrokeke Ehmedê Xanî – Laleş Çeliker

Tarîderya – Mahmût Yamalak

Dildarên Feraşînê – Elî Çabûk

Cangoriyên Mişarê – Rizgar Turhan

Meleğin Mısraları – Mahmut Baran

Sıfıra Yükselmek – Zeki Bayhan

Köprüdeki Düşman – Murat Türk

Kırık Taşlar – Rojbin Perişan

Gözyaşımın Ağıdıydı Seni Beklemek – Rojbin Perişan

Beyaz Kurt – Zerrin Yılmaz

Seher - Selahattîn Demîrtaş

Gidenlerin Ardından – İsmail Tüzün

Kürkçülerden Pozantıya – Omer Çakır

(a)

ANHA