Tevgera Ciwanan a Cirniye Komploya Navneteweyî şermezar kir
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi dirûşma "Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" meşek bi meşalayan li navçeya Cirniye ya bajarê Tebqayê li dar xist.
Şêniyên navçeyê, nûnerên saziyên sivîl, partî, tevgerên jinan û ciwanan tev li meşê bûn.
Meş ji pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Cirniyê dest pê kir.
Ciwanan heta navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger meşiyan. Li navendê endamê rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Cirniyê Saxir El Hemûd daxuyaniya tevgerê xwend.
Di daxuyaniyê de Komploya Navneteweyî hate şermezarkirin û hate diyarkirin ku heta Rêber Abdullah Ocalan azad nebe, têkoşîna ciwanan berdewam e.
Di dawiyê de soz hate dayîn ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan belav bikin û têkoşîna şehîdan berdewam bikin.
(şx)
ANHA