Panorama hefteyê: Tirkiye tevgerên xwe li Iraqê zêde dike

Li gorî raporan Erdogan li ser paşxaneya şerê li Xezayê hevsengiya xwe ji dest da û nikarî bibûya lîstikeke navendî, li aliyekî din dewleta Tirk a dagirker tevgerên xwe li Iraqê û Başûrê Kurdistanê bi armanca aliyên Iraqê beşdarî şerê li dijî PKKˊê bike.

Panorama hefteyê: Tirkiye tevgerên xwe li Iraqê zêde dike
11 sibat, 2024   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di mijarên xwe yên hefteya borî de behsa helwesta Tirkiyeyê ji şerê li Xezayê, tevgerên zêde yên Tirkiyeyê li Iraqê û Başûrê Kurdistanê, rageşiya di navbera DYAˊyê û hêzên alîgirên Îranê de kir.

ˊERDOGAN Dİ ŞERÊ ÎSRAÎL Û HEMASÊ DE HEVSENGİYA XWE WİNDA KİRˊ

Rojnameya El Ereb bi ser navê ˊErdogan di şerê Îsraîl û Hemasê de hevsengiya xwe winda kirˊ nûçeyek nivîsî. Rojnameyê di nûçeya xwe de diyar kir ku serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi rêya hevsengiya di navbera berjewendiyên hevrik de bû lîstikvanê navendî ya kar û barên cîhanê, lê di şerê li Rojhilata Navîn de hewl dide ji lîstikê bi dûr bikeve.

Rojnameyê diyar kir ku dozên Xeza û filistîniyan pir hesas e, Enqere nikare rola navendî di çareserkirina wê de bilîze û di nebûna hevsengiyekê de dibe ku Enqere tenê bi ˊtemaşekirina maçêˊ razî be.

ˊ Lİ PEY ÇALAKİYÊN BERFİREH ÊN Lİ SER XETA ENQERE, BEXDA Û HEWLÊRÊ Çİ HEYE?ˊ

Der barê tevgerên dewleta Tirk ên li Iraq û Başûrê Kurdistanê de rojnameya Şerq El Ewsat nivîsek bi sernavê "Li pey çalakiyên berfireh ên li ser xeta Enqere, Bexda û Hewlêrê çi heye?" weşand. Di nivîsê de hate diyarkirin di mehên dawîn de tevgereke berfireh li ser xeta Enqere-Bexda û Hewlêrê heye. Di nivîsê de serdana wezîrê parastinê yê dewleta Tirk Yeşar Guler û serokerkanê artêşa Tirk Metîn Gorak ku rojên sêşem û çarşemê li Bexda û Hewlêrê pêk anîbûn hatin bibîrixstin. Li gorî rojnameyê rayedarên dewleta Tirk bi van serdanan dixwazin aliyên Iraqê beşdarî şerê li hemberî PKK’ê bikin.

ˊÊRIŞÊN AMERÎKAYÊ LI SÛRIYE Û IRAQÊ: TAYEKE ZIRAV DI NAVBERA GURKIRIN Û RÊGIRTINÊ DEˊ

Rojnameya El Ereb têkildarî êrişên Amerîkayê yên li dijî milîsên Îranê nûçeyek bi sernavê "Êrişên Amerîkayê li Sûriye û Iraqê: Tayeke zirav di navbera gurkirin û rêgirtinê de" nivisî.

Rojnameyê cih da şîroveyên analîzvanên Ereb ku ev êriş rê li ber êrişên komên çekdar ên Îranê nagire ku êrişî navend û baregehên Amerîkayê bikin. Bi nêrîna wan ev jî dê Joe Biden bixe rewşeke tevlihev ji bo ku hevsengiyê di navbera gurkirin û rêgirtinê de çêke.

 ‘DYA PLAN DIKE LI HEMBER HÊZÊN SER BI ÎRANÊ VE TEDBÎRÊN DIN BIGIRE’

Tora El Hura ku agahiyên xwe spartin rapor û çavkaniyên rojavayî, ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) plan dike li dijî hêzên hevalbendên Îranê êrişên din pêk bîne.