Malbatên şehîdan sûcên li dijî goristanên şehîdan şermezar kirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê ya Kantona Cizîrê sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên dagirkirî û veguherandina goristanên şehîdan bo avahiyên mêtingehiyê û baregehên leşkerî şermezar kirin.

Malbatên şehîdan sûcên li dijî goristanên şehîdan şermezar kirin
10 sibat, 2024   18:54
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên a Girê Legê ji bo şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî, veguherandina goristanan bo avahiyên mêtingehiyê û baregehên leşkerî daxuyaniyek da.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Emîne Ferho li pêş navenda meclisê ya li bajarokê Rimêlanê bi beşdariyên malbatên şehîdan daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî pîroziyan li herêmên dagirkirî, veguherandina goristanên şehîdan bo baregehên leşkerî û avahiyên mêtingehiyê ji malbatên çeteyan re hatin şermezarkirin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku kiryar û sûcên dewleta Tirk a dagirker li hember pîroziyên li herêmên dagirkirî dike, sûcên şer in û dûrî rêgez û exlaqê mirovahiyê ne, her wiha bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî hat kirin ku van sûcan bi dawî bikin.

Meclisê di dawiyê de soza şopandina rêça şehîdan û parastina destkeftiyên wan da.

(fr)