Hewldanên pêşîgirtina tundiya sîber a li dijî jinan

Hewldanên ji bo pêşîgirtina tundiya sîber a li dijî jinan û kêmkirina bandorên wê zêde dibin. Ji bo parastina jinan tedbîrên ewlehî û teknîk tên girtin û çalakiyên hişyariyê di nava civakê de tên lidarxistin.

Hewldanên pêşîgirtina tundiya sîber a li dijî jinan
2 kanûn, 2025   02:35
REQA

Di demên dawîn de diyardeya tundiya sîber a li dijî jinan zêde bûye, ev cureyê tundiyê bi şêweyên reşkirin, biçûkxistin û şantajê tê kirin.

Der barê mijara tundiya sîber a li dijî jinan û awayên pêşîgirtin û kêmkirina bandorên wê de, me bi endameke Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, rojnamevanek ku li ser pirsgirêkên jinan dixebite, çalakvanekê û psîkologekê re hevdîtin kir.

Endama Konfederasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk Efaf El Kibii destnîşan kir ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybet yên ku di saziyên Rêveberiya Xweser de dixebitin, li ser medyaya dîjîtal rastî êrişên sîber tên.

Efafê rave kir ku ev pêkanîn jinan dixe bin zexteke civakî û rê li ber wan digire ku rola xwe ya pîşeyî û civakî pêk bînin.

Rojnamevana Jin TV`yê Neda Mihemed li ser kampanyayên ku jinan reş dikin axivî û got: "Şerê sîber ku li dijî jinan tê kirin, berdewama hewldanên îstismarkirina jinan û tepeserkirina dengên wan ên azad e."

Nedayê diyar kir ku rojnamevanên jin ên li herêmê di çêkirina hevpeyvînan û guhdarkirina nêrînên jinan de zehmetiyan dikişînin û got: "Di nava jinan de tirseke aşkera heye ku di medyayê de xuya bibin, ji ber ku ew bi berdewamî ji hêla hin aliyan ve rastî tundiya sîber a sîstematîk tên."

Nedayê destnîşan kir ku tundiya sîber yek ji sedemên herî berbiçav e ku rê li ber gelek jinan digire ku di medyayê de xuya bibin. Her wiha hin adet û kevneşop û hişmendiya baviksalar jî hene ku azadiya jinan sînordar dikin.

TEDBÎRÊN EWLEHÎ Û ZAGONÎ

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mihdiya Hindî got "Hêzên Ewlekariya Hundirîn guh dide giliyên têkildarî jinan, bi taybet dozên ku tê de bêrûmetkirin an gefên bi rêya ragihandina dijber tên kirin" û destnîşan kir ku ev doz li gorî zagonan têne çareserkirin, li ser bingeha parastina qurbaniyan û darizandina sûcdaran.

Mihdiyayê destnîşan kir ku ev cureyê sûc li gorî madeya 226’an a Zagona Ceza li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têne cezakirin.

Mihdiyayê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew bi baldarî bi dozên reşkirin an gefan re mijûl dibin, ji ber ku parastina jinan û rûmeta wan "erka me ya ewlehî û mirovî ya sereke ye.”

HIŞYARIYÊN DERÛNÎ Û GAVÊN PARASTINÊ 

Pispora derûnnasiyê Nerîman Zekî Mehmûd jî hişyarî li ser zêdebûna diyardeya çewisandin û reşkirina li dijî jinan a li ser înternetê da. Nerîmanê diyar kir ku divê gavên pratîk ji bo parastina jinan di cîhana dîjîtal de werin avêtin, wek pêkanîna kampanyayên hişyariyê der barê mafên jinan û xetereyên çewisandina sîber, sazkirina zagonên hişk ên ku tundiya serhêl sûcdar dikin, avakirina navendên piştgiriya derûnî û qanûnî ji bo qurbaniyan û piştgiriya însiyatîfên civakî yên ku ji bo jinan têne lidarxistin.

Yek ji însiyatîfên civakî yên der barê tundiya serhêl a li dijî jinan de, kampanyaya hişyariyê ya berfireh ku ji hêla Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li dijî Jinan ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê hat destpêkirin. Vê kampanyayê 2 mehan dom kir. Armanca kampanyayê ew bû ku tundiya serhêl bide nasîn û bi rêya çalakiyên hişyariyê, rûniştinên piştgiriya derûnî, û peydakirina şêwirmendiyên zagonî ji bo jinan çareser bike.

(k)

ANHA