ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2-12-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 2-12-2025
2 kanûn, 2025   02:00

Hewldanên ji bo pêşîgirtina tundiya sîber a li dijî jinan û kêmkirina bandorên wê zêde dibin. Ji bo parastina jinan tedbîrên ewlehî û teknîk tên girtin û çalakiyên hişyariyê di nava civakê de tên lidarxistin. BI WÊNE Û DÎMEN

Hîmê ku Rêber Abdullah Ocalan 33 sal beriya niha bi derbasbûna Kobanê re avêtibû, Şoreşa 19’ê Tîrmehê û pergala xweseriya demokratîk ku bûye hêviya gelan derxist holê. BI WÊNE

Bi saya guhpêdana Rêveberiya Xweser "Çargoşeya Ewlehiyê" ya berê ya bajarê Hesekê ku berê sembola zilmê bû, veguheriye navendeke aborî û avakirinê. BI WÊNE Û DÎMEN

Di meha Mijdarê de hêzên Îsraîlê zêdetirî 70 caran derbasî başûrê Sûriyeyê bûn û li deverên Quneytra, Deraa û Beyt Cin serdegirtin û pevçûn qewimîn. BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Şaredariyan a kantona Reqayê 20 kolanên sereke û şaxî yên bajarê Sebxa û gundewarê wê bi 7 hezar metredam asfalt, qîr kirin. Desteya Enerjiyê jî 14 transformên kehrebeyê siwar kirin. BI WÊNE Û DÎMEN

Jinên koçber ên ji Efrîn û Şehbayê êşên koçberiyê yên 7 salan vegotin. Jinan diyar kir ku ev êşên dijwar ew ji mafê wan ê vegera li malên xwe dûr nexistine. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Tirbespiyê ji bo gerîlayê HPGˊê Sîpan Sîdar li pêş mala malbata wî ya li bajêr merasîmeke xiyabî li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demîkraîk û Akademiya Jineolojiya li Parka Azadî ya Qamişloyê panelekê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Desteya Kar û Barên Civakî ya kantona Cizîrê bi boneya Roja Astengdaran a Cîhanê li kampa Serê kaniyê ya gundewarê bajarê Hesekê çalakiyekê li dar dixe, 10.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN  

Koçberên Efrînê yên li Dêrikê bi boneya salvegera yekemîn a ji Şehbayê li navenda Ciwanên Şoreşger a bajêr daxuyaniyekê dide, 10.00ˊan, li kantona Cizîrê jî bi heman boneyê li Stadyûma Şehîdên 12ˊê Adarê ya Qamişloyê daxuyaniyek tê dayîn, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Xelkê kantona Reqayê sersaxiyê dide malbata şervanê QSDˊê şehîd Ehmed Mistefa Hesen, 11.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan ên Çilaxa bi mijara rêbazên rûbirûbûna hişbirê li navenda Çand û Hunerê ya bajêr semînerekê didin, 12.00ˊan. BI WÊNE Û DÎMEN