Têkiliyên welatên herêmê û yên Ereban ên bi Sûriyeya nû re rojeva rojnameyên erebî ne

Li gorî çavdêran ji bo diyarbûna sîstema desthilatdariya li Sûriyeyê divê demeke diyar hebe û divê dewletên Ereban bi taybet ên Kendavê, bi Sûriyeya nû re têkiliyan deynin.

Têkiliyên welatên herêmê û yên Ereban ên bi Sûriyeya nû re rojeva rojnameyên erebî ne
11 kanûn, 2024   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro dîsa li ser rewşa Sûriyeyê ya piştî vê qonaxê nivîsî.

‘EM NIHA ÇAWA BI SÛRIYEYÊ RE BIDIN Û BISTÎNIN?’

Rojnameya Şerq El Ewset wiha nivîsî: “Hilweşandina Beşar Esed ne mîna hilweşandina Sedam Huseyîn e. Li Iraqê rejîmek û partiyek hilweşiya, ew jî Partiya Baas bû, lê li Sûriyeyê sûcdarek hilweşiya ku xizmeta projeyeke wêranker a mezhebî dikir û dest bi wêrankirina tevna civakî ya Sûriyeyê kir û Sûriye veguherand meydana komployan.

Rojnameyê diyar kir ku divê dewletên Ereban, bi taybet ên Kendavê, bi Sûriyeya nû re têkiliyan deynin, alîkarî û şîretên siyasî pêşkêş bikin û bi civaka navneteweyî re cezayên li ser Sûriyeya nû rakin û wiha nivîsand: “Îro ne roja rexnekirina desthilatdarên nû ye, ji ber ku ji bo diyarbûna sîstema desthilatdariyê divê demeke diyar hebe.”

‘SÛRIYE Û XETÊN PARASTINÊ YÊN ÎRANÊ’

Rojnameya El Liwaa ya Lubnanê destnîşan kir ku tiştê îro li Sûriyeyê diqewime sernavê qonaxeke nû ya li Rojhilata Navîn e, ji ber girîngiya rola Sûriyeyê di tevgera herêmê de û bandora wê li ser pirsgirêkên Ereban.

Li gorî rojnameyê êrişên leşkerî yên di navbera Tehran û Tel Avîvê de cudahiya hevsengiya hêzê ya di navbera her du aliyan de aşkera kir û diyar kir ku Îran nikare hevrikiya leşkerî ya rasterast bi Îsraîlê re bike, ji tirsa ku projeya wê ya nukleerî û dezgehên wê yên stratejîk hilweşin, piştî ku Amarîkayê rasterast gefên destwerdana leşkerî lê xwarin.

‘HILWEŞÎNA ESED KARTÊN HÊZÊN DERVE TEVLIHEV KIRIN’

Rojnameya El Ereb a Londonê jî diyar kir ku hilweşandina Esed ji bo hêzên biyanî yên ku bi kar û barên vî welatî re mijûl in, gelek kêşeyan derdixe holê.

Der barê Îranê de, bi çûyîna Esed re, wê hevalbendekî sereke ji dest da ku bû sedema kêmbûna bandora wê li ser komên çekdar ên li seranserê Rojhilata Navîn, nemaze Hizbullaha Lubnanê.

Der barê Rûsyayê de jî, hilweşîna bilez a Esed bû sedema derbeyeke jeopolîtîk ji serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re û êdî rola Moskovê ya siberojê li Rojhilata Navîn bû cihê pirsê.

Her wiha li gorî çavdêran rûxandina Esed ku dijminê Enqereyê tê hesibandin, giraniyek da hêza Tirkiyeyê ya li herêmê ku niha bandoreke zêde li cîranê xwe yê başûr heye.

Amerîka ditirse ku DAIŞ wê rewşê bi kar bîne da ku li Sûriyeyê "xwe ji nû ve ava bike" ku di navbera 2014 û 2018’an de deverên berfireh ên axa Sûriyeyê kontrol kiribûn.

(k)