‘Em ê bi berxwedana hêzên YPG, YPJ û QSD`ê dîrokê ji nû ve binivîsin’

Endam û rêveberên saziyan êrişên li ser herêmê şermezar kirin û diyar kir ku ew ê bi  berxwedana hêzên YPG, YPJ û QSD`ê dîrokê ji nû ve binivîsin.

‘Em ê bi berxwedana hêzên YPG, YPJ û QSD`ê dîrokê ji nû ve binivîsin’
11 kanûn, 2024   10:51
KOBANÊ
SARIYA ŞÊXO

Endam û rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser têkildarî êriş û berxwedana hêzên YPG, YPJ û QSD`ê yên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji ANHA`yê re axivîn.

Rêvebera Hêzên Parastina Civakê (HPC) a Kantona Firatê Edlê Bekir êrişên li ser herêmê şermezar kirin û got: “Em ê heta dawiyê gelê xwe biparêzin, êdî dem dema hebûna me ye, divê gelê me rabe ser pêyan ji bo piştgiriya YPG, YPJ û QSD`ê. Em ê hebûna xwe di çavên dijmin de tesbît bikin, ku tu kes bi hêza me nikare, serkeftin a me ye.”

Edlê diyar kir ku tu carî kes nikare vîna wan bişikîne û axaftina xwe wiha domand: "Em ê bi hemû hêza xwe têkoşîn û berxwedana xwe xurttir bikin. Em bang li gelê xwe yê birûmet dikin, bila rabin ser pêyan, ji bo ku em têkoşîna xwe xurttir bikin.”

Hevserokê Meclisa Eyn Îsayê Sebrî Mistefa jî diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê bi awayekî hovane êrişî herêmê dike û got: "Wekî ku tê zanîn dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane jin û zarokan dike hedef. Ma saziyên mafên mirovan van êrişên hovane yên dewelata Tirk û çeteyên wê nabînin?”

Mistefa destnîşan kir ku divê ew bi hemû hêza xwe li hember planên dagirkeriyê bibin bend û wiha pê de çû: "Divê em parastina axa xwe bikin, ji ber ku axa me hemûyan e. Divê em bi şerê gel ê şoreşgerî têkoşîn û berxwedanê xurttir bikin. Em ê bi hemû hêz û vîna xwe planên dagirkeriyê têk bibin û piştgiriya hêzên xwe bikin.”

Endama Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Kantona Firatê Bêrîvan Îsmaîl jî diyar kir ku şerê ku niha li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê tê meşandin, şerekî hovane ye û axaftina xwe wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayekî hovane êrişî herêmê dikin. Divê êdî êrişên dewleta Tirk werin rawestandin. Lê ruxmî van êrişên dagirkeriyê em ê li dora gelê xwe bibin xelek û wan biparêzin.”

Bêrîvan Îsmaîl da zanîn ku ew ê her kêliyê li kêleka hêzên xwe bin û piştgiriya wan bikin û got: "Hêza me hêzeke herî xurt e, em ê bi berxwedana hêzên YPG, YPJ û QSD`ê dîrokê ji nû ve binivîsin.”

ANHA