Dewleta Tirk li Til Temirê kesek birîndar kir

Di êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser gundê Til Cuma yê Til Temirê de welatiyek birîndar bû.

Dewleta Tirk li Til Temirê kesek birîndar kir
11 kanûn, 2024   10:35
HESEKÊ

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin.

Dagirkeran di saetên serê sibehê de gundên Tewîla, Til Cuma û Um El Kêf ên li rojavayê bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê, bi çekên giran bombebaran kirin.

Di êrişa li ser gundê Til Cuma de şêniyek birîndar bû. Şêniyê birîndar rakirin nexweşxaneya Hesekê.

Dagirkeran duh li ser rêya Sirîn-Bendava Tişrînê ambulanseke Nexweşxaneya Kobanê bombebaran kiribû. Di bombebaranê de ajokarê ambulansê û birîndarek şehîd bûn. Her wiha hemşîreyek û kesekî din bi giranî birîndar bûn.

(bb)

ANHA