Tehran: Qeter 3 pîlotên me girtine

Rayedarên Îranê diyar kir ku Qeterê ji 6 mehan ve 3 pîlotên Îranî girtine. Rayedaran ji Xaça Sor xwest ku destwerdanê bike û pîlotan berde.

Tehran: Qeter 3 pîlotên me girtine
15 tebax, 2026   19:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarê Komîteya Lêkolîna Windayan a Fermandariya Hêzên Çekdar ên Îranê Baqir Zada îro got Qeterê ji 6 mehan ve 3 pîlotên Îranî girtine.

Zada bi bîr xist ku di operasyonên leşkerî yên Adarê de balafirên Sukhoi-24 ên pîlot; Cewad Salihî, Ebdulmecîd Deştiyan û Umran Behroşiyan ketibû û ew jî ketine destê hêzên Qeterê.

Zada da zanîn ku her sê pîlot sax in û di girtîgehên Qeterê de hatine ragirtin. Her wiha anî ziman ku rejîma Îranê rê nade pîlotan ku têkiliyan bi malbatên xwe an jî bi rayedarên Îranê re bikin.

Baqir Zada bang li Xaça Sor a Navneteweyî kir ku destwerdanê bike, rewşa pîlotan bişopîne û ji bo serbestberdana wan bixebite.

(f)