Parêzer Raniya Erîc: Berpirsyariya jinên Siwêdayê girantir bûye

Parêzera Raniya Erîc rewşa jinên Siwêdayê nirxand û got “Piştî bûyerên 2025`an berpirsyariya jinên Siwêdayê giran bûye û pêdiviya wan bi kar heye.”

Parêzer Raniya Erîc: Berpirsyariya jinên Siwêdayê girantir bûye
16 tebax, 2026   04:50
NAVENDA NÛÇEYAN
YARA MIHEMED

Parêzera jin Raniya Erîc rewşa jinên Siwêdayê ji ajansa me re nirxand û got li parêzgeha Siwêdayê berî bûyerên Tîrmeha 2025`an derfetên jinan ên jiyanê baştir bûn lê niha ji aliyê aborî û ewlehiyê ve barê wan gelekî giran bûye. Bêkarî zêde bûye, kel û pel gelekî biha bûne û ew nikarin debara xwe bikin. Her wiha zehmet e ku serxwebûna jinan a aborî hebe. 

Ji aliyê civakî û malbatî ve jî Raniyayê anî ziman ku di malbatê de jin berpirsyariyê radikin û derfeta wan zêde namîne ku karên derve bikin. Ji ber vê yekê heke li gorî rewşa jinan xebatên perwerdeyê û karên sivik hebin, jin dikarin bixebitin û bi malê re sînordar nemînin.

Ji bo xwendinê Raniyayê got piştî bûyerên Tîrmeha 2025`an zêdetirî 16 hezar xwendekarên dibistanên navîn û amadeyî hene, nikarin biçin ezmûnên xwe û bixwînin. Xwendekarên zanîngehan jî ji ber rewşa ewlehiyê nikarin biçin zanîngehê û xwendina xwe berdewam bikin.

Ji aliyê ewlehî û hiqûqî ve Raniyayê diyar kir ku aramî nîn e û koçberî jî gelekî bandorê li jiyana jinan dike û tevgerkirina wan sînordar dike.

KIRYARÊN 2025`AN

Raniyayê kiryarên 2025`an bi bîr xistin û got: "Ez yek ji jinên Siwêdayê me ku me ku li pêş çavê min bûyer qewimîn. Sivîl li meydanan bi zanebûn dikuştin, sivîl û bi taybet jin direvandin, îxanet li wan dikirin, dest dirêjî wan dikirin. Em nikarin tenê bêjin jin di şer de hatin kuştin, Neteweyên Yekbûyî belge dîtin ku jin hatine tecawizkirin, revandin û ew kuştine. Di bûyeran de sûcên li dijî mirovahiyê hatin kirin.”

Ji bo rewşa koçberan jî Raniya got: "Malbat neçar man dev ji malên xwe berdin û koçber bibin. Niha nêzî 36 gundan koçber in û li navendên koçberan dimînin. Jinên koçber li wan navendan gelekî zehmetê dibînin û hinek hebûn nikarîbûn li wan navendan bimînin û mal biha kirê kirin. Jixwe malên gelek jinan di koçberiyê de şewitîn an rûxiyan. Tişta ji vê girantir gelek jin hene li pêşiya çavên wan zarok û hevjînên wan ser jê kirin, şewitandin û kuştin. Bûyerên ku qewimîn di aliyê derûnî de bandor li jinan kir."

Raniyayê got rewşa jinên Siwêdayî ji aliyê derûnî, manewiyat û civakî ve biêş e, ne tenê ziyanên madî dîtin, tirsiyan, koçberî çêbû, zarok û hevjînên xwe winda kirin û niha berpirsyariyeke giran radikin.

DOSYA WINDAKIRIYAN

Raniya ji bo rewşa malbatên zarokên xwe winda kirine axivî û got: "Niha gelek dayik û jin hene li bendê ne ku agahiyekê ji kur, bira û hevjînên xwe bigirin. Êşa dayikên ku zarokên wan dîlgirtî ne yan jî windakirî ne, gelekî giran e. Aqûbeta zarokên xwe nizanin û her li bendê ne ku agahiyê ji wan bigirin. Li pey her mêrekî dayik, hevjîn, keç û xwişkên wan hene, li benda wan e. Em ji aliyên têkildar daxwaz dikin ku aqûbeta kesên winda zelal bikin. Ya girîng dosyaya dîlgirtî û kesên winda nebe dosyayeke siyasî ku bazar li ser were kirin."

Ji bo daxwazên jinên Siwêdayê Raniya Erîc di dawiyê de wiha got: "Em daxwaza ewlehî, rûmet û edaletê dikin. Ne tenê mafê me heye ku kar bikin, mafê me heye ku em bi ewle bijîn û aqûbeta zarok û mirovên xwe yên windakirî bizanin. Her wiha mafê hemû dayikan heye ku zarokên wan bixwînin û xwendina xwe berdewam bikin. Mehrûmkirina 2 nifşan ji xwendinê dê dilê civakê birîn bike û ji bûyerên Tîrmeha 2025`an ne kêmtir e. Em daxwaz dikin ku hemû binpêkirinên 2025`an lêpirsîn bikin û hesab ji sûcdaran bixwazin. Her wiha ji aliyê xizmetguzarî, tenduristî, derûnî û aborî bi jinan re bibin alîkar. Ji jinan re kar peyda bikin û projeyên aborî yên biçûk vekin."

(np)

ANHA