Taxa Şêxmeqsûdê bi dijwarî tê topbarankirin, li ser taxê tevgera balafirên keşfê

Çeteyên hikumeta demkî ku bi dijwarî êrişî taxa Şêxmeqsûdê dikin, hewl didin bi desteka balafirên keşfê yên dewleta Tirk bi pêş de biçin. Berxwedana Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî bi awayekî fedaiyane dewam dike.

Taxa Şêxmeqsûdê bi dijwarî tê topbarankirin, li ser taxê tevgera balafirên keşfê
10 ÇILE, 2026   13:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku ji qadê hatine wergirtin, balafirên keşfê yên tîpa Bayraktar ên dewleta Tirk bi awayekî dijwar taxa Şêxmeqsûd bombebaran dikin.

Çeteyên hikumeta demkî bi piştgiriya balafirên dewleta Tirk hewl didin bi pêş de biçin.

Berxwedana Hêzên Ewlekariya Hundirîn a parastina taxa Şêxmeqsûdê bi awayekî fedaiyane berdewam dike.

Gel ji bo xwedîderketina li birîndaran ber bi Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir ve dimeşe.

(b)