’Ji berxwedana rûmetê ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re serkeftin’

Partiya Întîma El Sûrî El Dîmuqratî ji berxwedana Şêxmeqûsd û Eşrefiyê re serkeftin xwest û banga parastina sivîlan û piştgiriya berxwedanê kir.

’Ji berxwedana rûmetê ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re serkeftin’
10 ÇILE, 2026   13:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Întîma El Sûrî El Dîmuqratî der barê berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li hemberî êrişên çeteyên hikumeta demkî de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de “berxwedana lehengî ya gelê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û girêdana wan a bi axa wan û mafên wan ên rewa û rûmeta mirovahiyê ve” hat silavkirin.

Hat bi bîrxistin ku "Hikumeta demkî û milîsên wê mizgeft, dibistan û nexweşxane kirin hedef, di encamê de gelek ji wan ji xizmetê derketin û mal û navendên xizmetguzariyê hatin rûxandin. Ev yek binpêkirina mafên mirovan û qanûnên navneteweyî ye ku digihêje asta sûcên şer. Her wiha jin û zarok ji ber êrişan şehîd bûn, birîndar bûn. Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir jî rasterast tê hedefkirin.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hikumeta demkî berpirsê qanûnî û siyasî yê komkujî û binpêkirinên li dijî sivîlan e û banga lezgîn a parastina sivîlan ji qirkirin, paqijiya etnîk û koçberiya bi da zorê hat kirin.

Partiyê di dauxyaniyê de biryara domandina berxwedanê ya Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn silav kir.

Partiyê bang li azadîxwazan, welatparêzên sûriyeyî, hêzên demokratîk ên li Sûriyeyê û cîhanê kir ku piştgiriyê bidin berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û diyar kir: "Îradeya gel ji hemû êrişên dijmin bi hêztir e û xwîna şehîdan dê vala neçe. Şehîd namirin. Ji birîndaran re şîfaya lezgîn, ji berxwedana rûmeta mirovahiyê re serkeftin be.”

(b)