Tariq Wehbî: Rojhilata Navîn bi rewşeke nû ya dijwar re rû bi rû ye

Pisporê pêwendiyên navneteweyî Dr. Tariq Wehbî diyar kir ku Rojhilata Navîn bi rewşeke nû ya dijwar re rû bi rû ye ku DYA dîsa dixwaze têkiliyan di navbera Îsraîl û dewletên Ereban de bi rêya lihevkirinên ewlehiyê, parastinê û nukleerî ava bike.

Tariq Wehbî: Rojhilata Navîn bi rewşeke nû ya dijwar re rû bi rû ye
25 gulan, 2024   06:05
NAVENDA NÛÇEYAN
YEHYA EL HEBÎB

Wezîrê karên derve yê Dewletên Yekbûyî Amerîkayê (DYA) Antony Blinken ragihandibû ku hindik maye DYA û Erebistana Siûdî, hin lihevkirinan têkildarî enerjiya nukleerî, hevkariya ewlehiyê û parastinê îmze bikin. Aliyekî wan lihevkirinan jî normalîzekirina têkiliyên bi Îsraîlê re heye. 

Pisporê pêwendiyên navneteweyî Dr. Tariq Wehbî têkildarî mijarê axivî. Wehbî got: "Hemwextî şerê Xezayê, aloziya di navbera Îsraîl û Îranê de, geşedanên dawîn û kuştina serokkomarê Îranê û şandeya pê re, Blinken ev daxuyanî da. Bi nêrîna me, mijar bi rêveberiya siyasî ya li Siûdiyê re bazirganiyeke siyasî ye. Dema Mihemed Bin Selman aşkera got ‘heke Îran dixwaze teknolojiya nukleerî bi dest bixe, heqê Siûdiyê ye jî’ wisa bike."

‘DYA JI BO NORMALÎZEKIRINÊ DEHF DIDE’

Li gorî çavdêran, DYA dixwaze beriya hilbijartinan di navbera Îsraîl û dewletên Ereban de normalîzekirin ji nû ve dest pê bike, ji ber ku rêveberiya Biden dixwaze vê dosyayê wek kaxizekê di hilbijartinan de bi kar bîne.

Tariq Wehbî der barê armancên DYA’yê de got: "Wezîrê karên derve yê DYA’yê dixwaze peyaman bide gelek aliyan. Aliyê yekem Ereb in. Dixwaze bibêje normalîzekirin ranaweste û berdewam e. Ya duyemîn jî dixwaze Îsraîlê rihet bike ku nahêle Siûdî tekneolojiya nukleerî ya li ser wê xetere ye, bi dest bixe."

Wehbî wiha domand: "Bi nêrîna min normalîzekirina têkiliyên Siûdî-Îsraîlê, dê mîna berê be. Ji ber ku Siûdiyê dest bi projeya ji nû ve avakirina Xezayê nake, heke ji Îsraîlê bê xwestin careke din topbaran bike. Ji ber wê, Ewropa û DYA hewl didin 2 benderan; yek ya avê û ya din hewayî, ava bikin ku derfetê dide dewleta Filistînê ya li Xezayê hinekî bi awayekî azad tev bigere, heta ku hinek şert li ser wê azadiyê hebin.”

ENCAMÊN PÊŞBÎNKIRÎ

Wehbî îşaret bi encamên pêşbinkirî yên vê mijarê kir û wiha wiha rave kirin: "Rawestandina kontrola Hemasê li ser Xezayê, destpêkirina diyalogeke Siûdî-Filistînê û Îsraîlê piştî rawestandina şer li Xezayê, destpêkirina koordîneyeke payebilind di navbera DYA û Siûdiyê de li ser asta projeyên girêdayî teknolojiya nukleerî, Îran bihêle Siûdî teknolojiya nukleerî bi dest bixe."

Bi nêrîna Wehbî, Erebistana Siûdî rêgezên taybet ên dan û standina pê re diyar dike, her kes li berjewendiyên xwe digere û diyar e DYA êdî nikare rola fişarker bilîze heya ku soz bide ku destwerdan li berjewendiyên Siûdî û dewletên Kendavê neke û li gorî Wehbî ji bo rêveberiya DYA’yê ev gelekî dijwar e û dê bibe şertek ji bo têkiliyên bê.

‘ROJHILATA NAVÎN RÛBIRÛYÎ REWŞEKE GIRÊKE’

Wehbî îşaret bi helwesta Îranê jî kir û got: "Herî zêde Îran zirar dike. Lê belê wekî her carê, dê mijarê berovajî bi kar bîne û dê ragihîne ku tu eleqeya wê bi lihevkirina nukleerî re tune ye, madem DYA û dewletên din israr dikin teknolojiya nukleerî bi dest bixin. Niha ev mijar ne di rojeva Îranê de ye, nemaze piştî qezeya helîkopterê ku di encamê ser de serokkomarê Îranê û wezîrê karên derve jiyana xwe ji dest da. Bandora her du kesayetan heye ku rê nadin tu sedemekê ku rojavayî yan jî muxalefeta Îranê wê li dijî Îranê bi kar bînin."

Wehbî îşaret bi encamên wê li ser rewşa li Rojhialta Navîn kir û got: "Rojhilata Navîn rûbirûyî, rewşeke girêk û dijwar e nemaze Îran û alîgirên wê, hewl didin desthilatên xwecih, lawaz bikin. Em dikarin bêjin ku Îsraîl û Îran dixwazin rewş li herêmê biteqe. Ev helwesta her duyan bi awayekî aşkera li Xezayê diyar bû û bi awayekî veşartî li Iraq û Lubnanê têkildarî bandora Îranê û hebûna wê, diyar dibe."

Di dawiyê de Tariq Wehbî got: "Madem Îsraîl wisa li dewletên cîran dinêre ku di aştiyê de ne cidî ne, aramî û ewlehî li Rojhilata Navîn pêk nayê. Lê mijar ji bo ereban jî girîng e ku madem Îsraîl siyasetên xwe yên wêrankirin û mêtingeriyê didomîne, aştî çênabe."

(şx)

ANHA