Hewşa mala xwe kiriye mîna tabloyek hunerî

Nesrîn Nezîr bi çandina giyayên kêmpeyda hewşa mala xwe veguhastiye mîna tabloyeke hunerî.

25 gulan 2024   04:05
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN

Nesrîn Nezîr Elî (30) li gundê Xirbet El Îd ê Çiyayê Kezwanan ê bajarê Hesekê ji dayik bûye. Di 19 saliya xwe de zewiciye û li bajarê Qamişlo dimîne. 

Nesrîn a dayika 4 zarokan e, ji zaroketiya xwe ve ji şînkahiyê hez dike. Dema zarok bû di hewşeke biçûk a mala xwe de cureyên cuda yîn şînkahiyan diçandin.

Nesrînê piştî dizewice jî eleqeya wê ya bi şînkahiyê re kêm nebûye. Nesrîn di hewşa mala xwe ya biçûk de zêdetirî 100 cureyên gulan wekî cûrî, nêrgiz, yasmîn, ful û cureyên din ên şînkaniyan çandine.

Nesrîn wekî ku eleqeyê dide zarokan eleqeyê did gulan. Nesrîn got: "Şînkahî mîna zarokan pêwîstiya wê bi eleqeyê heye. Ji bo ku geş û mezin bibe divê her timî eleqe bi wan re were dayîn."

Li kêleka çandina nebat û kulîlkan, Nesrîn bi xwe qutiyên gulan ji çemento, plastîk û qimaşan çêdike. Girêdayî vê yekê Nisrînê diyar kir ku qutiyên plastîkî zêdetir fêdeyê didin giyayan, ji ber ku ew wek axê oksejînê ji giyayan re peyda dikin.

Der barê çêkirina qutîkan de Nesrîn diyar kir ku ew ji hevaleke xwe fêrî vê karî bûye û wiha domand "Min ev kar ji hevaleke xwe girt. Kî/ê bixwaze ez dikarim qutîkan ji wan re çêkim. Ji bo fêrkirina wan a vî karî jî dikarim bi wan re bibim alîkar. Min hinek qutîk ji bo zarokên xwe çêkirin da ku bi wan beşdarî pêşangehên dibistanê bibin. Her wiha ji malbat û hevalên xwe re jî çêdikim."

Nesrînê ser hewşa xaniyê xwe girt da ku germahiya zêde nede giyayan û wan biparêze.

(mh)

ANHA