‘Aloziyên herêmî û navneteweyî girîngiya ramanên Rêber Abdullah Ocalan îspat dikin’

Nivîskar Mihemed Îsa diyar kir ku desthilata Tirk bi serkêşiya AKP`ê piştî ku li hundir û derve bi bin ket, tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan girantir kir û destnîşan kir ku AKP`ê ji vê rewşê bi fikar e ku bibe sedema aloziyeke mezin li Tirkiyeyê. Îsa got aloziyên herêmî û navneteweyî, girîngiya raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan îspat dikin.

‘Aloziyên herêmî û navneteweyî girîngiya ramanên Rêber Abdullah Ocalan îspat dikin’
25 gulan, 2024   03:05
NAVENDA NÛÇEYAN
YEHYA EL HEBÎB

Ji 25`ê Adara 2021`an ve anku ji hevdîtina dawîn a bi Rêber Abdullah Ocalan û bi vir ve, tu agahî ji wî nayên wergirtin. Ji wê demê ve dewleta Tirk a dagirker hevdîtinên malbatê û parêzeran bi hinceta "cezayên dîsîplînê" qedexe dike ku herî dawî di 21`ê Gulanê de heta 6 mehan dirêj kir. 

Der barê mijarê de nivîskar û analîzvanê siyasî yê sûriyeyî Mihemed Îsa ji ajansa me re axivî.

Mihemed Îsa got: "Tengavkirina azadiya kesayetî ya Rêbar Abdullah Ocalan û girankirina tecrîdê, ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, derqanûnî ye û binpêkirina pîvan û qanûnên navneteweyî yên mafên mirovan e."

Îsa wiha domand: "Ev helwest diyar dike ku hikumeta AKP`ê di rewşeke aloz de ye, nerazîbûna li hember siyasetên wê yên herêmî û xwecih ji aliyê civaka Tirkiyeyê ve zêde dibe. Êdî bi awayekî neyînî bandor li aboriya Tirkiyeyê û lîreyê tirk, ewlehî û aramiya civakî dike. Nemaze piştî hilbijartinên dawîn ku encamên wê wek şaqemekê li xewn û xeyalên Erdogan û hevalbenda wê MHP`ê bûn."  

Îsa diyar kir ku Erdogan her tim bi rêya hemleyên tengavkirinê û zêdekirina cezayan, bala kolana Tirkiyeyê ji sedemên rastîn ên aloziya li Tirkiyeyê dikişîne ku sedema sereke ya wan, “siyasetên har ên Erdogan” in.

‘DIBE DI ENCAMA VAN SIYASETAN DE KOLANA TIRKIYEYÊ BITEQE’

Îsa der barê encamên siyasetên tecrîdkirin û tengavkirinê de wiha axivî: "Dibe ku di encama vê siyasetê kolana Tirkiyeyê biteqe. Ev mentiqa dîorkê ye. Dema nakokî di kêliyeke diyar de û di şert û mercên serhişkiyê û xitimîna asoyên diyalogê, nebûna rêyên çareserkirina pirsgirêkên nîştimanî û kêmneteweyan de, wê demê civak diteqe. Divê em ji bîr nekin ku hikumeta Tirkiyeyê tevahî derfetên diyalogê, agirbestê yên ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve hatine pêşkêşkirin, ji dest dan."

Îsa wiha pê de çû: "Ji ber wê ev siyaseta şofanîst a îslamperest û osmanî ya şax daye û hebûna dîrokî, çandî û şaristanî ya pêkhateyên din qebûl nake, dibe sedem ku alozî pir bibin û di dawiyê de dewleta Tirk ji hundir ve biteqe."

‘ALOZIYÊN NAVNETEWEYÎ Û HERÊMÎ GIRÎNGIYA RAMANÊN RÊBER OCALAN ÎSPAT DIKIN’

Bi nêrîna Îsa, ji aloziyên li Rojhilata Navîn rû didin, "Bihara Ereban", şerê Xezayê û aloziyên li dewletên din, îspat dikin ku modela netewdewletê ya li piraniya dewletên ereb, Îran, Tirkiye û Îsraîlê bi bin ketiye û nikare berjewendiyên civakî yên dewletan bi dest bixe, rêzê jê re nagire, nasnameyên çandî û şaristanî yên gelek pêkhateyan paşguh dike.

Îsa wiha berdewam kir: "Li hember rewşeke wisa de, dê gelek girîng be ku mirov guh bide dengê aqil û afrînariyê yê ramanên ronkabîr Abdullah Ocalan ku fikrê netewa demokratîk pêşkêş kir. Di bin sîwana vî fikrî de, pêkhate yek in, civakên netewdewletê yên navendî ji aloziya xwe xilas dibe û civakekê li ser bingeha biratiya gelan a azad û wekhev ava dike."

Di dawiyê de Îsa got: "JI alozî û pirsgirêkên gelên Îran, Tirkiye û Îsraîlê û gelên din diyar dibe ku çiqas ramanên Rêber Abdullah Ocalan girîng in û divê tevgera siyasî û şepêlên fikrî, xwe bigihînin asta ronakbîr Abdullah Ocalan ê ku ramana netewa demokratîk alternatîfê netewdewletê ya aloz pêşkêş kiriye."

(şx)

ANHA