Şaredariya Gel sûkên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê vekirin

Bi armanca hêsankirina tevgera trafîk û çûn û hatinê, li ser gilî û bangên şêniyan Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê 3 sûkên gel vekirin.

28 sibat, 2025   07:15
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê qadên fireh ji bo ku bike sûkên gele, li her du taxan veqetandin. Bi dehan erebaneyên ku bi awayekî bêserûber li nav kolanên her du taxan hatibûn danîn, di wan sûkan de hatin bicihkirin. Ev gav di encama gilî û bangên şêniyan û xwediyên wesayîtan de hat avêtin ku ji ber danîna bêserûber a erebaneyan tevgera trafîkê û ya çûn û hatinê dihat astengkirin.

Heta niha 3 sûkên gel hatine vekirin. Ji wan 2 li rojhilata taxa Şêxmeqsûd (yek li nêzî Parka Arîn Mîrkan û yek li nêzî Mizgefta Mezin e) û yek jî li taxa Eşrefiyê ye. Ji bo vekirina 2 sûkên din li taxa Eşrefiyê jî Şaredariya Gel di nava hewldanan de ye.

Şaredariyê diyar kir ku dê xizmetên sereke ji firoşkaran re bê pere peyda kirin, wekî av û kehrebeyê. Her wiha komîteyek ji firoşkaran hat avakirin da ku li ber kel û pelên xwe nobedê bigirin.

Endamê Şaredariya Gel endezyar Ednan Caro diyar kir ku ev gav di encama pêşniyarên şêniyan de hat avêtin û got: “Şaredarî ji bo birêxistinkirina rewşa her du taxan, nexasim piştî zêdebûna hejmara niştecihan, di nava hewldanan de ye. Me plan danî ku em sûkên nû li cihên guncaw û dûrî rêyên sereke amade bikin da ku tevgera çûn û hatinê neyê astengkirin.”

Caro diyar kir ku şaredarî ji bo vekirina 2 sûkên din li taxa Eşrefiyê dixebite ku bi vî awayî hejmara sûkên gel dibe 7.

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 2 sûkên sereke hebûn û piştre bi ked û xebata şaredariyê ya ji bo pêşxistina rewşa jiyanî û rojane ya şêniyan, sûkên nû hatin vekirin.

(mh)

ANHA