Peyama xelkê Holê: Em bi dirûşma ‘jiyaneke birûmet’ çûn bendavê

Şêniyên Holê diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bendava Tişrînê ji bo dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Şêniyan peyama "Ji bo jiyaneke birûmet em çûn bendavê” da.

Peyama xelkê Holê: Em bi dirûşma ‘jiyaneke birûmet’ çûn bendavê
28 sibat, 2025   03:50
HESEKÊ
 ELÎ SULTAN

Ji 8’ê Çileya îsal ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina Bendava Tişrînê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û nîşandana dijberiya xwe ya li hemberî êrişan, nobetê li bendavê digire.

Der barê berxwedana li bendavê de, şêniyên bajarê Holê nêrînên xwe bi me re parve kirin.

Ebdullah El Elî anî ziman ku Bendava Tişrînê bendava berxwedanê ye û hem di aliyê aborî de jêdereke sereke ya herêmê ye. El Elî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo dagirkirina bendavê hemû hewldanan dikin, lê berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevahî hewldanên dagirkirinê têk dibe.

El Elî hişyarî da ku zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bendavê dê xetereyên mezin bi xwe re bîne û bibe sedema karaseteke jîngehî û got: "Bi hilweşîna bendavê re dibe ku ji Reqa û Dêrazorê heya xaka Iraqê herêm di bin avê de bimîne."

Ehmed El Xelef jî îşaret bi vê yekê kir ku gelê Sûriyeyê ji ber zilma rejîma Esed bi salan êş û zehmetî kişandin, lê piştî ku azadî û rûmeta xwe di ramanên Rêber Abdullah Ocalan de dîtin, dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên dagirkirinê li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan destpêkirin.

Ehmed El Xelef diyar kir ku êrişên domdar ên li ser Bendava Tişrînê di çarçoveya planeke berfireh a dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tê kirin û got: "Şênî bendavê wek sembola berxwedanê dibînin, ji ber vê yekê rojane diçin bendavê da ku li hemberî hewldanên dagirkirinê bisekinin.”

Ehmed El Xelef destnîşan kir ku xwepêşandanên li bendavê rihê gel ê şoreşgerî yê ku dagirkeriyê red dike nîşan dide û got: "Em jî bi dirûşma an jiyaneke bi rûmet an mirin em çûn bendavê.”

(bb)

ANHA