SZK: Zimanê me mafê me yê rewa ye

SZKˊê bi boneya 15ˊê Gulanê, Roja Zimanê Kurdî li gel, xebatkar, Kurdperwer û mamosteyên zimanê Kurdî pîroz kir û got "Zimanê me mafê me yê rewa ye, naskirina wî mercekî jêneger ê biserketina vê pêvajoya nû ye."

SZK: Zimanê me mafê me yê rewa ye
10 gulan, 2026   21:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Saziya Zimanê Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê bi boneya Roja Zimanê Kurdî daxuyaniyek da.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Rojavayê Kurdistanê îro di qonaxeke dîrokî ya veguhêz re derbas dibe û ji 10ˊê adara 2025ˊan ve, pêvajoyeka siyasî ya nû bi rê ve diçe û ji 29ˊê Çileyê ve entegrasyona bi dewleta Sûrîyeyê re dest pê kiriye. Ji bo biserketina vê pêvajoyê û avakirina Sûriyeyeka pirreng, pêwîst e serê pêşîn zimanê Kurdî fermî bê nasîn, wekî zimanê perwerdeyê li herêmên Rojavayê Kurdistanê bê pejirandin û hemû dezgeh û saziyên ziman û perwerdeyê bi awayekî layîq û demokratîk entegre bibin. Lewra nasîna zimanê Kurdî, pîvana sereke ya welatîniya wekhev û demokrasîyê ye. Lê mixabin, ji van bûyerên dawî yên Koşka Dadê ya Hesekê em têdigihîjin ku hikumeta demkî ya Şamê, dil heye ku siyaseta nijadperestî û yekzimanîyê dîsa li Sûriyeyê bi rê ve bibe û wekî hikûmeta berî xwe, zimanên din tune bibîne. Di vê çarçoveyê de, kiryarên ku tên kirin û daxuyanîyên fermî yên rayedarên hikûmeta Şamê, cihê şermezarîyê ne. Kurd ku neteweyeka resen a vê axê û vî welatî ne, mafê wan heye ku zimanê wan fermî be û di hemû dam û dezgehên hikûmetê de li herêmên Kurdan, bê bikaranîn. Kurdî, nirxekê bingehîn ê Sûriyeyê ye û beşeka sereke ya serweriya vî welatî ye. Divê dewlet, Kurdî jî di nav de, parastina hemû zimanên zindî yên Sûriyeyê, erka xwe ya sereke bibîne.

Li şûna qedexekirin û tunedîtina kurdiyê, em li bendê bûn ku hikûmeta demkî ya Şamê, serê pêşîn sembol û şûnmayên dagirkerîyê li Efrîn û Serêkanîyê ji holê rake û li wan deveran rê li ber zimanê Kurdî veke ku ew dever herêmên Kurdan in.

Di heman demê de, modela dersa bijare ku heftane du saet e, bi rastîya miletê me re ku li ser axa xwe ya dîrokî dijî, li hev nake û neheqiyeke herî mezin e ku li ber avakirina Sûriyeyeka yekreng û navendî, rê xweş dike.

Zimanê me, mafê me yê rewa ye û naskirina wî, mercekê jêneger ê biserketina vê pêvajoya nû ye. Loma em ji hemû hêzên navdewletî -bi taybetî aktorên ku di Sûriyeyê de wekî garantor têne naskirin- daxwaz dikin ku di vî warî de bi roleke erênî rabin da ku mafê me yê zimanî, di destûra nû de bê misogerkirin. Ji serokkomariya Sûriyeyê jî daxwaz dikin ku bi biryarnameyeke taybet, zimanê Kurdî wekî fermî nas bike heta ku destûra bingehîn tê danîn. Her wiha ji gelê xwe jî hêvî dikin ku li vê destkeftîyê bi xwedî derkeve û ji bo avakirina siberojeka ron û biewle ji zarokên xwe re, bi yek dengî bang bike.

Roja Zimanê Kurdî ku salane 15ˊê Gulanê tê pîrozkirin, ji niha ve li gelê xwe, li xebatkar û mamostayên zimanî û hemû kurdperwerên ku di ber de ked dane, pîroz dikin."

(fr)