Li Qamişlo û Tirbespiyê çalakiyên Roja Zimanê Kurdî

Li bajarên Qamişlo û Tirbespiyê çalakiyên bi boneya nêzbûna Roja Zimanê Kurdî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de fîlmek hat pêşkêşkirin, şahiyek ji bo zarokan, şevbuhêrkek helbestan û şahiya îmzekirina pirtûkekê hatin lidarxistin.

10 gulan, 2026   21:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya çalakiyên Meclisa Wêjeyê ya Rojava-Qamişlo bi boneya nêzbûna Roja Zimanê Kurdî (15 Gulan) de îro, li Pirtûkxaneya Şilêr a Tirbespiyê şahiyek ji bo zarokan hat lidarxistin.

Di çalakiyê de çîrokek ji hêla Fatme Mihemed ve hat xwendin, dûre ji zarokan pirsên têkildarî naveroka çîrokê hatin kirin.

Li zarokan diyariyên weke Kovara Mizgîn, pênûs û lênûsk hatin belavkirin.

Şahî bi stranên ji hêla Koma Şehîd Bawer a Tirbespiyê û gerandina govendê bi dawî bû.

Bi heman boneyê Meclisa Wêjeyê fîlmet li ser êşên gelê Kurd di salên şerê Îran-Iraqê de li Pirtûkxaneya Şilêr a Qamişloyê pêşkêş kir.

Fîlm ji bûyerên rastîn hatiye çêkirin. Film di 2000ˊî de hat çêkirin, balê dikişîne ser rewşa xizanî, birçîbûn û penaberiya li gundên Kurdan, nemaze yên li ser sînoran.

Film li ser mamoste Seîd û Rêbwar e. Her du mamoste bi armanca fêrkirina zarokan bi zimanê dayikê, di gundan re digerin û taxteyên reş li ser pişta xwe hildigirin, di dîmenên ku biryardariya domandina ziman û perwerdeyê nîşan didin.

Di heman çarçoveyê de Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi boneya Roja Zimanê Kurdî (15’ê Gulanê) şevbihêrka xwendina helbestan û ahenga îmzekirina pirtûka helbestan a bi navê “Henasên Te” ku ya helbestvan Hozan Girkundê ye organîze kir.

Şerbihêrk û agenga îmzekirinê di bin sernavê “Zimanê Me Nasnameya Me Ye” li navenda HRRK’ê ya bajarê Qamişloyê pêk hat. Wêjevan, helbestvan û rewşenbîr beşdarî çalakiyan bûn.

Şevbihêrkê bi kêliyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.

Di şevbihêrkê de Leman Elî helbestên “Şopên Zaroktiya Min” û “Ne Şervanbûm Ez” xwend, helbestvan Îsa Xelo helbestên “Xanî Rabe Bibîne” û “Evînek Xwedayî” xwend, helbestvan Behzat Hisên helbesta “Evîna Min Û We”, Hozan Girkundê helbestên bi navê “Dînbûna Bêserûber”, “Çend Keser Ji Bîranînên Serêkaniyê”, “Hêvî” û “Hîna Zû Bû” xwend. Helbestvan Dilyar Osê helbestên “Destana Evînê” û “Kêliyên Cengê” xwend.

PIRTÛKA “HENASÊN TE” HAT ÎZMEKIRIN

Piştî şevbihêrkê ahenga îmzekirina pirtûka helbestan a Hozanê Girkundê ya bi navê (Henasên Te) pêk hat.

Pirtûk ji yek helbestê “Henasên Te” pêk tê. Helbestvan di nava helbesta xwe de evîn, penaberî, welatparêzî û zimanê rexneyî bi ristên wêjeyî honandiye. Weşanên HRRK’ê di sala 2025’an de pirtûk çap kiriye.

Nivîskar di sala 1971’an de li gundê Girkundê yê Dirbêsiyê ji dayîk bûye. Heta xwendina amedeyî li Dirbêsiyê xwendiye û Peymangeha Wêjeya Kurdî li bajarê Serêkaniyê (2015-2016) xwendiye. Nivîskar heta niha pirtûkên “Evîna Vejandî”, “Ne Payîz Daristanan Diweşînin”, “Vehêsînek Li Ber Çavên Dilberê”, “Çend Wêne Ji Şengewîna Gundê Min”, “Bêhnek Ji Sirûşa Peymana Te”, “Vedenga Hestan”, “Heyal”, “El Eşq el Ezlî We Melhemet El Elem” û “Henasên Te” nivîsiye. Tevahiya pirtûkên helbestvan helbest in.

(ekîb/fr)

ANHA

Tirbespiyê:

Qamişlo: